Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kampa Holê 23 Kes bi Gumana Endamtîya DAIŞ'ê Hatin Girtin


Roja çarşemê jêderekî ji Hêzên Ewlekariya Rêvebiriya Xweser ji Dengê Amerîka eşkre kir ku hêzên wan roja duşemê 23ê kes ku li kampa Holê girtin.

Li gorî jêdera ku nexwest navê xwe eşkre bike ku kesên hatin girtin bi tawan danûstandina ligel şaneyên DAIŞê li derveyî kampê hatin girtin.

Li gor heman jêderî ku ew şaneyên daişê dixwestine êrîş, tundûtîjî û teqînan li navçeyên bakurê rojhilata Sûriyê di rojên cejnê pêkbîn in.

Hêjaye gotin ye ku di 1ê Gulanê jî, Asayîşa Kampa Holê termê koçberekî Iraqî li nav kampê dîtibû. Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov di Nîsana borî de 6 kes ji aliyê şaneyên DAIŞê li nav Kampa Holê hatibûn kuştin.

Her wisa li gorî amarên nivîsgeha şopandin û çavdêrîya HSD ji September 2020 an rê ber reva 782 kes ji malpatên çekdarên Dişê ji kampê hatin girtin.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101 kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne. Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in. Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat hene û %96 ji wan jin û zarok in, %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in. Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in. 77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin. 12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku hêzên HSD di meha sibatê de hişîyarî da ku li kampa Holê şaneyên Daişê amadekarîyên êrîşên mezin dikin, ku ew êrîş hatin pîlankirin di hemandema êrîşa ser girtîgeha Sîna ya li taxa Xiwêran li Hesekê.

Li gorî hêzên ewlekarîyê ku tedbîrên ewlekarîyê li kampê di asteke

ZO_05_04_2022_Hol_23_Daiş
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:23 0:00

ye.

XS
SM
MD
LG