Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Amerîka Hochstein Dibêje Washington Dixwaze Dawî li Girjîya li Rojhilata Navîn Bîne


Nûnerê Taybet yê Amerîka Amos Hochstein îro Duşemê li Beyrutê got ku Washington jibo dawî li şerê Îsraîl û Hizbullahê were xebatan dimeşîne.

Hochstein dîyar kir ku her du alî bi tenê li gor biryara berê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tevbigerin jî ew jibo aştî û aramîyê ne bes e.

Biryara 1701’an ya NY’ê, ku sala 2006’an dawî li şerê Îsraîl û Hizbullahê anîbû, dibêje divê li başûrê Lubanê xêncî leşker û çekên Lubnanê ti leşker û çek nemînin.

Lê, Hizbullah ya bi piştgirîya Îranê dawî li hebûna xwe ya li herêmê neanî.

Girjîya li herêmê ser piştgrîya Hizbullahê ya jibo Hamasê û firandina muşekan ber bi bakurê Îsraîlê vir ve gurtir bû.

Îsraîlê meha borî dijî Hizbullahê dest bi operasyoneke berfireh kir.

Hochstein, ku di nav du mehan de du caran serdana Lubnanê kir, bi karbidestên wî welatî re ser aştî û aramîya herêmê danûstandinan dike.

‘’Her du alî bi tenê li gor biryara 1701’an (biryara NY’ê) tevbigerin jî ew ne bes e’’

Wî got ku jibo dawî li pevçûnan were divê ew biryar bingeh be lê divê hin tedbîrên din jî werin ragihandin.

Nûnerê Amerîka got ku ew bi hikûmeta Lubnanê, dewleta Lubnanê û hikûmeta Îsraîlê re ser formuleke nû dixebitin ku dawî li pevçûnan bîne.

Hochstein dîyar kir ku Amerîka dixwaze ku di demeke nêz de dawî li pevçûnan were û got ku ew jibo vê yekê dixebitin.

Bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Hizbullahê re fikar çêbûne ku di navbera Îsraîl û Îranê de şerekî berfireh yê herêmî çêbe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG