Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serfermandarê Pasdaran: Îran Bawer Nake Bersivdana Îsraîlê Mezin Be


Mohammad Ali Jafari, Serfermandarê Pasdaran (Zêrevanên Şorişa Îsamî ya Îranê)
Mohammad Ali Jafari, Serfermandarê Pasdaran (Zêrevanên Şorişa Îsamî ya Îranê)

Ajansa Îranî ya Xwendekaran îro Sêşemê ragihand ku serfermandarê Pasdarên Şorişa Îslamî ya Îranê Mohammad Ali Jafari gotiye, ew ne di wê bawerê de ne ku Îsraîl "Tevgeriyaneke bihêz" li dij Îranê encam bide.

Jafarî got, dibe ku Îsraîlê "Êrîşeke sînordar" ya sîmbolîk pêk bîne.

Bi şêweke giştî tê bawer kirin ku Îsraîl plan dike da ku bersiva êrîşa mûşekên Îranê bide ku 1'ê Cotmehê li dij Îsraîlê pêkanî bû ku Îranê 200 mûşek arasteyî Îsraîlê kirbûn.

Tê çaverê kirin ku Îsraîlê zêdetir tekezê li ser bersivdana êrîşa Îranê bike piştî ku roja Şemiya borî hat ragihandin ku droneke Hizbullaha Lubnana Mala Serokwezîr Netanyahu li Kîsraya (Qeyseriyê) kirî ye aramnc.

Ofîsa Serokwezîr derbarê bûyerê daxuyaniyek da bû û hatbû gotin ku "Dronek ber bi avahiya serokwezîr ya li Qeyseriyê ve hatîye avêtin" û got ku ew û hevjîna wî "ne li wir bûn, di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûn."

Paşê, Netanyahu di daxuyaniyekê de got: “Hizbullah hevalbenda Îranê ku îro hewl da min û hevjîna min bikuje, xeletiyeke mezin kir... Ez ji Îranî û hevkarên wan yên di "bereya xirabkariyê" de dibêjim: Her kesê ku ziyanê bigihîne welatî û dewleta Îsraîlê dê berdêlên giran bide.”

Îro Sêşemê Îsraîlê bo cara yekê tekez kir ku dronê mala Netanyahu ya li Kîsara (Qeyseriyê) kirîye armanc û wêneyên malê weşandin ku ziyanek sivik gihaye dîwar û pencereke mala Netanyau.

Li gorî nûçeya 'Yedioth Ahronoth,' berdevkê hikûmetê piştrast kir, ku mala serokwezîr ji aliyê Hizbullahê ve hatiye êrîş kirin. Wî her wiha got "Îranê hewl da serokwezîrê Israîlê bikuje û ew nijare ji berpirsiyariya bireve".

Ev şîroveya Îsraîlî demeke kin hat piştî ku berpirsê pêwendiyên medyayî yên Hizbullahê roja Sêşemê di konferansek rojnamevanî de li başûrê Beyrûtê berpirsyariya tam ya êrîşa ser mala Netanyahu gi9rt ser xwe.

Jêder: Reuters/AFP

XS
SM
MD
LG