Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hizbulah Dibêje Ewê Bersiveke Tund Bide Îsraîlê


Hikûmeta Lubnanê û Hizbulahê ser peqîna amûrên peywendîyê yên ku endamên Hizbulahê bi kar tînin, Îsraîlê tawanbar dikin.

Di peqînên roja Sêşemê de bi kêmî ve 9 kes hatin kuştin û bi qasî 2800 kes jî birîndar bûn.

Hizbulahê îro Çarşemê ragihand ku ewê jibo piştgirîya çekdarên Hamasê yên li Gaza şerê dijî Îsraîlê bidomîne û dîyar kir ku ewê cezayeke tund bidin wê dewletê.

Îsraîlê ser peqînan ti şirove nekir. Peqîn çend saetan piştî ku hikûmeta Îsraîlê dîyar kir ku wê hedefa xwe ya jibo şerê li Gaza berfireh kiriye û ewê li bakurê welêt, li sînorê Lubnanê jî ewlekarîyê xurt bike.

Guman çêbûne ku berî ew amûr bikevin destê Hizbulahê li wan teqemenî hatine barkirin.

Hizbulah ser telefonên mobîl ketibû fikaran ku wê îstixbarata Îsraîlê endamên wê bişopîne û giranîya xwe dabû amûrên din yên peywendîyê.

Gold Apollo ya navend li Taywanê ye ragihand wê ti amûrên peywendîyê çênekirine, lê wê destûr daye kompanîya bi nav BAC ku navê karibe deyne ser amûran.

Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku balyozê wê yê li Lubnanê Mojtaba Amani jiber peqîna amûrekê birîndar bûye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller ji rojnamevanan re got ku Washingtonê pêşde hay ji vê bûyerê tunebûye û ew niha agahîyan kom dikin.

Karbidestên li nêzî sînor yên Îsraîlê bang li rûniştvanên herêmê kir ku ser egera êrîşa Hizbulahê nêzî sitargehan bisekinin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG