Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîlmî Akyol û Antolojîya Dengbêjan


Hîlmî Akyol û Antolojîya Dengbêjan
Hîlmî Akyol û Antolojîya Dengbêjan

Lêkolîner û berhevkar Hîlmî Akyol, bi piştgirîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê, li ser dengbêjan Antolojî amade kir. Antolojîya ku ji du kitêban pêk tê, xebata şeş salane.

Cîlda yekemîn ya antolojîya dengbêjan di sala 2006’an de bi projeka Yekitiya Ewropayê hatîye amade kirin. Ev cîld ji pêzanînên 94 dengbêjan pêk tê. Cîlda dû jî bi piştgirîya Şaredarîya Mezin hat çap kirin û tê da cîh dane pêzanînên 84 dengbêjan.

Ji bo vê xebatê ji Serhedê heta Botanê, heta Anatolya Navîn bi dengbêjan re rû bi rû hevdîtinan pêk tînin. Her wiha mirov dikare li ser dengbêjên navdar yên ku neha ne li heyatêne jî pêzanînan bidest bixe.

Berhevkarê antolojîyê Hîlmî Akyol dide zanîn ku di xebata vê berhemê da, bi her dengbêjek re di navbera nîv saet, saetek de, bi recorder û kamera deng û dîmen hatîye tomar kirin. Her wiha di antolojîyê da ji her dengbêjek du sitran jî cîh digrin.

Lêkolîner Akyol li ser dengbêjan dibêje “Ew di navbera kevn û nûh da pir in. Çi sitran, çi kilam, çi çîrok hene, hemû li ser bûyerên li ser civakên gelê Kurdîstanê da pêk hatine, tê vegotin. Dengbêj bi rêya bîr û dengê xwe van bûyeran di singê xwe da jiber kirine û yek bi yek risitine.” Akyol dibêje tu qedexetîkî pêşî li dengbêjîyê negirtîye, jiberhindê dengbêj bîra zargotina kurdî ne.

Akyol dibêje dengbêjîya berê, klasîk bû, tê da muzik tunebû lê dengbêjê 15-20 salên paşî, bi taybetî ên der û dora Dêrsîm û Mêrdînê bi amuran muzikê kirine nav dengbêjîyê. berhevkarê kurd dibêje dema ku kilam bi amurên muzikê tê gotin xetereyek dertê holê ew jî ev e ku ji bo ku li gora qaydeyê muzikê bê gotin, kilam tên kurt kirin.

Akyol dibêje “ li gora min muzik li dengbêjîyê nayê, dengbêjî dibê bê muzik be. Weke destana Evdalê Zeynikê du saet di berxwe dide lê dema ku bi forma muzikê tê gotin, kin dibe tê ser 6 xulekan.

Lêkolîner Akyol destnîşan dike ku piranîya kilamên dengbêjan li ser xweza, evînî, şerên navbera eşîrên Kurdan û şerên Kurd û desthiladdaran hatine çêkirin. Akyol dide zanîn çawa ku naveroka kilaman ji hev cihê dibîn, dengbêj jî hev cûda ne.Akyol diyar dike ku hinek dengbêj hemû kilamên ku dibêjin ew çêdikin weke Evdalê Zeynikê, Şakirê Qereyazî, Huseynê Muşê, Salihê Beynatî, Keremê Batmani; hinek dengbêj jî stranên dengbêjên dinê jiber dikin û dibêjin. Akyol dibêje “jiberkirin, destana kin kirîye jiber ku di jiberê da gelek gotin tên jibîr kirin. Lê jiberkirinê tiştek erênî ê daye ew jî bûye egera gelek waryantan, yanî gelek kilam, li gor herêman dikevin formeka nûh û bi waryantên cûda tên gotin. Akyol dibêje “weke mînak dengbêjek serhedî dema ku yekî Amedî gohdar bike, stranê li gorî xwe jiber dike û dibe ku gelek peyvan jibîr bike ji bo vê jî dengbêj dema ku peyvên stranê jibîr dikin, şuna wan de tiştên nûh dikine nav stranê û li gorî xwe li hev tînin. Ev jî dibe egera ku stranek bi gelek waryantan were gotin”

Hîlmî Akyol destnîşan dike ku dirêjîya kilam û sitranan li gor herêm, erdnîgarî û hewayê tê guhertin. Akyol weha dewam dike “ stranên serhedê kin in, dengê wan pir bilindin, jiber ku hewa serhedê pir sar e, deng bilin dibe, stran kurt e. Bi wê awazê bi wê qirikê bi saetan nikarin bêjin. Lê li Amedê deng orte ye, hewa ne pir sar e, lê ji berîyê sartir e, lewma jî stran heta digîje Amedê dirêj dibin û dengê wan hinek dikevin. Ku mirov diçe berîyê hewa bi temamî germ dibe, jiber hindê stran ku diçe berîyê gelek dirêj dibe û deng pir dikeve.”

Heta neha dihat zanîn ku dengbêjê herî kevn, Evdalê Zeynikê ( 1800-1913) yê. Lê Hîlmî Akyol dibêje li gor encamên lêkolînên ku li herêma Botanê kirine, ev pêzanîn dibe ku bê guhertin, li gor agahîyên ku bidest xistine, 60 sal berîya Evdalê Zeynikê, li Cizîra Botan dengbêjek hebûye ku navê wî İzêrê Mico bûye. Ew, dengbêjê Mîr Bedirxanê Botî bixwe bûye. Akyol dide zanîn ku dengbêj îzerê Mico di serhildana malbata Bedirxanîyan de, di 1848’an de, li gelîyê Qesrîkê, ji alîyê leşkerê Osmanîyan ve tê kuştin. Hilmî Akyol dibêje neha lo Botan ji İzêrê Mico re dibêjin Pîr ê Payîzokê.

Hîlmî Akyol, ji Hezroya Amedê ye. Ev gelek sal in li ser zargotin û kelepora Kurdî xebat û lêkolînankiriye, heta neha 26 kitêb û du antolojî amade kiriye.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG