Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Amerîka Nêzîk Dibin


Hilbijartinên Amerîka Nêzîk Dibin
Hilbijartinên Amerîka Nêzîk Dibin

Rawergirtinên giştî yên berî hilbijartinên kongresê û wîlayetan ku heftiya bihêt dê hêne kirin diyar dikin ku Partiya Komarî pitir dengan bîne.

Rawergirtineka giştî ya rêkxistiya vekolînê Gallup nîşa didet ku Komarî kontrola Civata Nûneran ji Demokratan wergirin yên ku nuke li Civata Nûneran û Senatoran piranî ne. Komariyan dê pêdivî bi 10 kursiyan hebit da bibine piranî li Civata Senatoran, lê zêrevan we bawer dikin ku kêmtir dengan bînin.

Bizav û livînên helbijartinan li rojêt bûrî zêde bûne, herdu partî yêt bizavê dikin daku piştavanên wan dengê xwe bidin.

Serokê Amerîka Barack Obama bo wergirtina piştevaniyê bo berbijarên Demokrat, roja Duşembî çû wîlayeta Rhode Island li bakûra rojava Amerîka û xanima yekê Michelle Obama ligel seroka Civata Nûneran Nancy Pelosî çûne bajêrê San Francisco. Serok vê heftiyê dê bizavên wergirtina piştevaniyê bo berbijarên Demokrat destpêket.

Dengdan dê li ser her 435 kursiyên Civata Nûneran û 37 kursîyên Civata Senatoran ya 100 endam hête kirin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG