Yekşemê 24î Hezîranê hilbijartinên giştî yên Tirkiyê tên encamdan, 59 Mîlyon kesan mafê dengdanê heye, di van hilbijartina de 10 partiyên sereke tevlî hilbijartinan bûne û tê texmîn kirin ku 7 ji wan partiyan bikevin palemenê.
Partiyên desthilatê û yên opozisyon dabeş bûne ku Sistema serokatiyê praktîze bibe , lê piraniya partiyên opozisyonê naxwazin sistema ku ji dema damezrandina komarê heta niha bê guhertin.
Bernama Hello Washington ev mijar bi mêhvanên xwe re gotûbêj kir, pêşî Zekî Îrmez Hevserokê HDP"ê yê Şernexê tevlî bernamê bû û got" analîst û endamê MHP'ê Dr. Jonêd Mengo got"Ez ne bawerim sistema sekolar ya li Tirkiyê bihê guhertin, partiyên ku di desthilatê de ne, yên ku oldariyê di pejirînin, naxwazin ji sistema sekolar dûr kevin, ev ne mumkine", Jonêd herwiha got, ku HDP dibe ku benda hilbijartinê derbas bike ji 10 – 10.5% yê dengan bîne, lê dengên rastîn yên HDP"ê 7% ".
Rojnamevan Faysel Daglî ji Almanya got, ku hilbijartinên 24î Hezîranê, hilbijartinên herî giring in, di dîroka komara Tirkiyê" Daglî herwiha got HDP dê bikare 14% yê dengan bidest bixe eger ku sextekarî nebin.
Rojnamevan Aram Acar bal kişand ser şirove û ankêtên derbarê hilbijartinan de hatine encam dan didin zanîn ku abûriya lawaz ya Tirkiyê dê rol di encaman de bibîne, Acar dibêje "opozisyon kêmasiyên abûrî yên AKPê û rewşa aloz ya abûriyê di hilbijartinan de baş bikar ne anîne".