Li gor daneyên Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK), di 31 Adara 2024’an de 50 hezar û 336 mixtar û 1444 şaredar dê werin hilbijartin.
Li Tirkîyê bi tevahî 81 bajar hene. Di nav 81 bajaran de 30 bajar wek bajarên mezin û 51 bajar jî wek bajarên normal têne binavkirin. Di vê hilbijartinê de serokên şaredarîyên 81 bajaran dê werin dîyarkirin.
Roja Yekşemê serokên şaredarîyê yên 973 navçe û 390 bajarokan jî dê werin hilbijartin.
Li gor daneyên YSK’yê di vê hilbijartinê de 61 mîlyon 441 hezar û 882 hilbijêr hene. Ev hilbijêr dê di 250 hezar sindoqan de dengê xwe bikar bînin.
Lê di vê hilbjartinê de tenê şaredar na, mixtar jî tên hilbartin.
Li tevahîya bajar, navçe, belde û taxan him ji bo namzedê şaredarên bajar, navçeyan, her wiha ji bo namzedê mixtarên taxan wê dengê bê dayîn.
Li Enqerê mixtar di navbera xwe de ji bo ku werin hilbijartin ketine nav hewildaneke mezin.
Mixtar wek şaredaran di bin perê partîyên sîyasî de nekvin hilbijartinê, ew bi serbixwe namzedîya xwe dîyar dikin.
Ozan Serhad Ayaz jî yek ji wan kesane ku li Enqerê taxa Seyranbaglariyê namzedîya xwe dîyar kirîye.
Ayaz, bi xwe ji herêma Kurdan bajarê Bedlîsê, naçeya Tetwanê ye, lê ew 28 sale ku li taxa Seyranbaglariyê rûdinê.
Ayaz, sedama namzedîya xwe ya mixtarîyê ji Dengê Amerîkayê re vegot. Ew radigîhîne ku heke bibe mixtar wê xizmeteke baş bike.
“Ez bi xwe li Bedlîsê li navçeya Tetwanê ji dayîk bûm. Lê zarokatîya min û xortanîya min li Seyranbaglariyê borî. Vê taxê pir baş dizanim. Heke ez werim hilbijartin dê xizmeteke baş bikim.”
Ayaz, li Enqerê, li ser pireke serbihûr dezgehekî biçûk vekirîye û yên ku li vê derê derbas dibin him dengê xwe digîhîne wan û him jî sedema namzedîya mixtarîya xwe yek bi yek ji wan re vedibîje.
Li taxa Seyranbaglariyê bêtirî 6 hezar kes rûdinên û hejmarên Kurdan jî geleke. Ayan, radigîhîne ku wê him ji Kurdan û him jî ji Tirkan deng bigre.
“Malbata min li vê taxê navdar e. Li Seyranbaglari’yê parkek bi navê kekê min Ozan Ayaz hatîye vekirin. Kêmek be jî hozanîya min heye, rûniştivanê vê derê hindik pir min jî nas dikin. Bawerîya min heye ku ezê werim hilbijartin.”
Ozan Serhad Ayaz, 4 sal berê di zankoyê de beşa zanyarîya sîyasî xilas kirîye. Ji bo kar serî li gelek sazîyan daye û kar nedîtîye. Lê ew namzedîya xwe him ji bo peydakirina kareke û him jî ji bo xizmeteke gel dibîne.