Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li navenda giştî ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bi rêvebirên bajaran re ser hilbijartinên herêmî kom bû.
Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk piştî civînê dîyar kir ku danûstandinên ser dîyarkirina berbijarên bajaran didomin.
Çelîk got ku her çiqas wan berê gotiye ku ewê di dawîya salê de berbijaran eşkere bikin jî ew dikarin di demeke nêzîktir de jî wan ragihînin.
"Dema me heye hîn, em nalezînin. Dibe ku em hin guherînên biçûk bikin. Hûn dizanin ku em her hilbijartin plana xwe jî eşkere dikin. Xebatên me yên ser planan dewam dikin."
Wî ser hevkarîya bi Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) jî got ku rêberên payabilind daûstandinan didomînin û ewê biryarê piştre bidin.
Çelîk dîyar kir ku di danûstandinan de hin kêşe çêdibin û got ku ev rewşeke normal e.
Çaverê ye ku AKP berbijarê xwe yê jibo Stenbolê dawîya vê mehê ragihîne.
Erdogan piştî serketina di hilbijartinên serokomarîyê de dîyar kiribû ku ewê jibo jinûve sitandina Stenbolê dest bi xebatan bikin.
Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de li Stenbolê berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) tê dîtin, di hilbijartinên 2019’an li bajarên mezin yên rojavayê Tirkîyê dijî berbijarên desthilatê piştgirî dabû berbijarên rikeberîyê.
Jêder: X, AKP