Li pênc eyaletên Amerîka, Pennsylvania, Connecticut, Delaware, Maryland û Rhode Island îro Sêşemê hilbijartinên berbijarîyê têne kirin.
Li alîyê Komarîyan, tê çaverê kirin ku Donald Trump li her pênc eyaletan serketî be û ber bi namzedîya partîya xwe de derfeteke mezin bi dest bixe.
Hevrikên Trump, Ted Cruz û John Kasich berî çend rojan ragihandibûn ku ewê li wan pênc istanên ku hilbijartin lê hene, li hember Trump hevkarî bikin ku berbijarîya wî asteng bikin.
Hilbijartina îşev girîng e jiber ku bi serketinên nû, Trump wê pirtir nêzîkî wergirtina hejmara pêdivî 1,237 be. Eger Trump nikare bigeheje hejmara delegeyên pêdivî hîngê Cruz û Kasich dikarin mijara berbijarîyê bibin kongreya Partîya Komarî ku di meha Tîrmehê de were kirin.
Li alîyê Demokratan jî, Hillary Clinton li çar istanan di rêza pêş de cîh digire û Senator Bernie Sanders jî tenê li Rhode Island li pêş Clinton e.