Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ankêtên Dawî li Tirkiyê bo Rewşa Partîyên Sîyasî di Hilbijartinan de Çi Dibîjin?


Ji Hilbijartinên Enqerê
Ji Hilbijartinên Enqerê

Di 31’ê Adarê, roja Yekşemîyê de hilbijartinên şaredarîyê dê li 81 bajarên Tirkîyê werin çêkirin.

Li gor daneyên Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK), di vê hilbijartinê de 61 mîlyon 441 hezar û 882 kes ewê bikaribin dengê xwe bikar bînin. Di nav vanan de 1 mîlyon û 32 hezar û 610 hilbijêrên cîwan wê cara yekemîn deng bidin.

Li Tirkîyê bi tevahî 34 partîyên sîyasî beşdarî hilbijartinê dibin. Li 30 bajarên mezin, bi tevahî li 81 bajaran, 973 navçeyan û 390 beldeyan dê sindoq werin danîn.

Di hilbijartinê de 50 hezar û 336 mixtar jî dê werin hilbijartin.

Kompanyayên lêkolînê di hefta dawî de jî li ser deng girtina endamên şaredarîyan û partîyên sîyasî lêkolînên xwe domandin.

Li gor wan lîkolînan li herêma Kurdan Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) bi her awayî li pêş dîyar dibe.

Lê bala sazîyên ankêta herî zêde li rojavayê Tirkîyê ye, bi taybet jî li ser Stenbol û Enqerê ne.

Li ser wan deveran Navenda Lêkolînê û Ramanê ya Spectrum House û Kompanyaya Lêkolînê ya DÎ-EN du ankêtên cûda weşandin.

Spectrum House li 26 navçeyên Stenbolê, di navbera 15-20’ê Adarê de, bi 2 hezar û 158 kesî re hevdîtin çêkirîye.

Li gor encama wê lêkolînê namzedê CHP’ê Ekrem Îmamoglu ji sedî 36,9, namzedê AKP’ê Murat Kurum ji sedî 31,5 dîyar dibe. Di navbera Îmamoglu û Kurum da 5 puan ferq derdikeve pêş.

Rêjeya partîyên din jî wiha ne; DEM Partî ji sedî 4, Partîya Ji Nû De Refahê ji sedî 2,8, Partîya Serfirazî ji sedî 2,5, Partîya Baş ji sedî 2,4, Partîya Saadetê ji sedî 0,4, Partîya Memleket ji sedî 0,2 û Partîya DEVA’yê jî ji sedî 0,1 hatîye tomarkirin.

Tacîre Baktaş, Koordînatora Lêkolîna DÎ-EN
Tacîre Baktaş, Koordînatora Lêkolîna DÎ-EN

Li gor Lêkolîna DÎ-EN jî namzedê AKP’ê Murat Kurum bi ferqeka biçûk li pêşîya Îmamoğul dîyar dibe.

Di lêkolîna DÎ-EN’ê de Murat Kurum ji sedî 41,6, Ekrem Îmamoglu jî ji sedî 40,3 tê ragihandin. DEM Partî ji sedî 4,7, Partîya Baş ji sedî 3,7, Partîya Ji Nû De Refah ji sedî 2,2, Partîya Serfirazîyê ji sedî 2,3 û yê mayî jî partîyên din digrin.

Seroka Lêkolîna DÎ-EN’ê Tacîre Baktaş encama xebatên xwe ji Dengê Amerîkayê re nîrxand. Baktaş radigîhîne ku li Enqerê dibe ku Mansûr Yavaş bigre lê li Stenbolê Murat Kurum serkeftî dîyar dibe.

“Li gor lêkolîna me li Stenbolê Murat Kurum yek puan û nîj li pêşîya Ekrem Îmamoglu ye. Dikarim bêjim ku şansê Kurum ji yê Îmamoglu pêştarir e. Lê li Enqerê jî namzedê CHP’ê Mansûr Yavaş 4 puan ji namzedê AKP’ê Turgut Altinok pêştatir e.”

WEB_ED_Election_Last_Polls.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00
XS
SM
MD
LG