Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrîye 19 Kes Kuştin


Hêzên Sûrîye 19 Kes Kuştin
Hêzên Sûrîye 19 Kes Kuştin

Li Sûrîye bizavkarên mafên mirovan dibêjin, hêzên hikumetê teqe li xelkê kirîye li deverên başûr û rojava welatî û bi kêmî 19 kes kuştine di hewlên tepeserkirina xwepîşanderên dijî hukmê autokratê serok Başar Esed

Rêkxistîya Mafên Mirova ya Sûrî got, di topbarankirina tankên leşkerî û şeran de 13 kes li gundê El Hare dûhî Çarşem hatin kuştin, zarokek di nav wan de bû. Li rojava ji, bizavkar dibêjin, tank û sêregiran 6 kes li rendeka Bab Amir li bajarê Homs ê kuştin.

Wezareta Derve ya Amerîkî rexneya tund li kiryarên hikumeta Dîmeşqê girit û got ew kiryarên hovane ne.

Li heman dem, jimareka endamên Kongirêsa Amerîkî bernivîsa biryarekê amade dikin heta birêveberîya Serok Barak Obama helwêstekê tûnd hember Serokê Sûrî Başar Esed wergirit. Di hevpeyvînekê de digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, Nuşeng Hajo, bizavkarê sîyasî yê rikaberê hukmê Beşar Esed got, heta niha helwîstê Amerîkî siste û eger bi tenê danana toleyan liser hikumeta Sûrî bit ew karîger nabin çinku hikumet bi hêze û xelik feqîre dê tole wan bîşînin.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Nuşeng Hajo, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.

XS
SM
MD
LG