Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Ewlekarîyê Sûrî 7 Xwenîşander Kuştin


Dîmena ku ji televîzyona dewletî ya Sûrî hatiye wergirtin pevçûnên navbêra xwenîşander û hêzên ewlekarîyê nîşan dide. Bajarê Daraa, Nîsan 8, 2011
Dîmena ku ji televîzyona dewletî ya Sûrî hatiye wergirtin pevçûnên navbêra xwenîşander û hêzên ewlekarîyê nîşan dide. Bajarê Daraa, Nîsan 8, 2011

Dîdevan dibêjin, hêzên ewlekarî yên Sûrî bi kêmî ve 7 kes di dema xwepêşandanên dijî Beşar El Esed û partîya Baas de kuştin.

Medyaya bîyanî li ser xwepêşandanên îro yên li Daraa’yê radigîhîne ku hêzên ewlekarîyê li dijî bi hezaran xwenîşanderan guleyên rastîn û gazên îsotê bikar anîne.

Tê ragihandin li heremên Kurdan jî xwepêşandanên girseyî destpê kirine. Serokê Sûrîyê Beşar Esed do ragihandibû ku ew dê mafê hemwelatîya Sûrî bidine bi deh hezaran Kurdên bê nasname. Ew pêngav wekî hewileke nû ya hikûmeta Sûrî ya xweş kirina dilê Kurdan hatibû nirxandin.

Kurdên li Sûrîyê pir caran jiber helwesta neyênî ya hikûmeta Sûrî ya dijî wan nerazîbûna xwe dîyar dikir, ku gelek ji wan jiber tunebûna hemwelatîyê nekanîbûn kar peyda bikin.

Ajansa Nûçeyan ya Reuters radigîhîne, xwenîşanderên li bakura rojhilata Sûrîyê daxwaza azadî jibo girtîyên sîyasî kir ku piranîya wan kesên li zindanê Kurd in.

XS
SM
MD
LG