Hizbullah roja Yekşemê herî kêm 185 rokêt û mûşekên din avêtin Îsraîlê, û heft kes birîndar bûn di barîna herî giran ya grûpa mîlîtan a çend rojan de, weke bersivekê ji êrîşên kujer ên Îsraîlî li Beyrûtê, di dema ku danûstandinan li ser hewlên ji bo rawestandina şer berdewam in.
Di vê navberê de, êrîşeke Îsraîlî li ser navendeke artêşa Lubnanê, li ser rêya bejahî ya başûr-rojava di navbera Sûr û Naqûra de, leşkerek hat kuştin û 18 jî birîndar bûn. Artêşa Îsraîlî poşmaniya xwe nîşan da û got ku êrîş li qada şerê li dijî Hizbullahê pêk hatiye û got ku operasyonên wê tenê li dijî mîlîtanan e.
Ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê ve heta niha zêdetirî 40 leşkerên Lubnanî di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin, tevî ku artêşa Lubnanê ne alîyekî şer e.
Serokwezîrê demkî yê Lubnanê, Necîb Miqatî, êrîşa dawî şermezar kir, wekî êrîşek li ser hewildanên agirbestê yên bi pêşengîya Amerîka, û ew wekî "peyamek rasterast, xwînrêj ku hemî hewildan û têkiliyên berdewam red dike" ji bo bidawîkirina şer, bi nav kir.
Çavkanî: AP