Cîgirê rêbertîya Hizbullahê, Naîm Qasim îro Duşemê got ku şervanên wan amade ne ku bersîvdana her êrîşeke bejayî ya Îsraîlê li Lubnanê bidin û nehêlin ku Îsraîl bigihêje armancên xwe.
"Emê hember her îhtîmalekê amade ne. Ger Îsraîlî dest bi operasyoneke bejayî bikin, emê bi hemî hêzên xwe dijî şerekî bejayî li ber xwe bidin," wî li cîhekî nedîyar got.
Daxuyanîya Qasim di vê demê de tê ku Îsraîl jî êrîşên esmanî yên ser armancên li Lubnanê didomîne.
Di rêzêrîşên nava du hefteyên borî de rêberê Hizbullahê Nasrallah û çend fermandarên payebilind û dora 1,000 çekdar hatibûn kuştin û li gor hikûmeta Lubnanê, nêzî mîlyonek Lubnanî jî derbider bûbûn.
Li ser pirseke ku piştî Nasrallah wê kî bibe rêberê Hizbullahê, Qasim got ku ewê di demeke zûtir de rêberekî nû hilbijêrin.
Qasim herwiha got ku çekdarên wan heta kûrahîya 150 kîlometre roket avêtine nava axa Îsraîlê û amade ne ku bersîvdana hemî awayên êrîşên bejayî yên Îsraîlê bidin.
Kuştina Nasrallah û êrîşên dawî yên Îsraîlê li dijî Hizbullahê, ku di Îranê di sala 1982’yan de dijî Îsraîlê ava kiribû, bûye derbên herî mezin.
Îsraîl, ku di şerê Gazayê de rêberên Hamasê jî kuştine, dibêje ku ewê hemî tiştên pêdivî bike ku hemwelatîyên xwe yên li deverên ser tixub vegerîne cîh û warên wan.
Îran, ku dijmina serekî ya Îsraîlê ye, careke din ragihand ku ewê bersîvdana Îsraîlê bide.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî got ku Tehran wê nehêle ku kiryarên tawankar yên Îsraîlê bê bersîv bimînin.
Jêder: Reuters