Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hizbullah di Salvegera 7'ê Cotmehê de Êrîşên Ser Îsraîlê Didomîne


Piştî êrîşeke Hizbullahê ya li Hayfa (22/09/2024)
Piştî êrîşeke Hizbullahê ya li Hayfa (22/09/2024)

Muşekên Hizbullahê sibeha Duşemê bajarê Îsraîlê Hayfa armanc kirin.

Hizbullahê ku Îran piştgîrîya wê dike û hevbenda Hamasê ye, got ku wê bingeheke leşkerî ya Îsraîlê li başûrê Hayfayê bi muşekên "Fadî 1" kiriye armanc û êrîşeke din li Teberias pêk anîye.

Polîsên Îsraîlî piştrast kir ku muşek li Hayfayê ketine, ku hevdem bendereke serekî ye.

Medya xwecîhî jî got ku di êrîşê de 10 kes birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyanîye de dîyar kir ji Lubnanê 5 roket hatine avêtinê Hayfayê û bûyer hîn tê nirxandin.

Artêş herwiha got ku 15 muşekên din jî li Teberias ya li herêma Celîlê ya bakurê Îsraîlê hatine avêtin û hin ji wan hatine pûç kirin. Medya Îsraîlê ragihand ku 5 muşekên din jî li herêma Tiberias ketine.

Polîsan herwiha ragihand ku hin avahî û milk zirar dîtine û li gor medyayê, hin birîndarên sivik jî hene.

Artêşa Îsraîlê got ku serê sibê roja Duşemê du dronên ku ji rojhilat ve hatin avêtin pûç kirin, bê ku ti hûrgilî bide.

Deverên başûrê Beyrutê, ku navenda giştî ya Hizbullahê li wir e, dora nîvê şevê rastî êrîşên esmanî hatin, dema ku Îsraîl bi şev êrîşên xwe li wan taxan domand.

Artêşa Îsraîlê got ku wan li devera Beyrutê li depoyên çekan yên Hizbullahê xistine û peqîn çêbûne ku nîşana hebûna çekan e.

Îsraîl pir caran Hizbullahê tawanbar dike ku bi qestî navendên fermandarî û çekên xwe li binê avahîyên sivîlan li navenda Beyrutê bi cîh kirine. Hizbullah red dike ku çekan di nav sivîlan de vedişêre.

Hizbullah di 8’ê Cotmeha 2023’an de jibo piştevanîya Hamasê, dest bi avêtina muşekên li ser Îsraîlê kiribû. Piştî salekê ji pevçûnên Hizbullah û Îsraîlê, ku bi piranî li herêma sînorî bûn, pevçûn li Lubnanê bi awayekî berbiçav gurtir bûye.

Îsraîl di 1’ê Cotmehê de dest bi êrîşên bejayî li başûrê rojhilatê Lubnanê kir ku Hizbullah dibêje wê hêzên Îsraîlê paşve xistine.

Ji êrîşa Hamasê li ser Îsraîlê di 7’ê Cotmeha sala borîve, li Lubnanê zêdetirî 2 hezar kes di êrîşên Îsraîlê hatine kuştin ku 1000 ji wan di hefteya borî de çêbûne.

Hikûmeta Lubnanê texmîn dike ku nêzî 1.2 mîlyon kes derbider bûne.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG