Heyva Sora Kurdî li bakur û rojhilata Sûriyê xebatên xwe didomîne, ji dema destpêkirina şerê zêdetirî ji 9 salan li wî welatî bi taybet di şerê li dij DAIŞê û grubên çekdar yên girêdayî Tirkiyê wê herêmê gelek zehmetî dîtine û gelek qurbanî dane.
Heyva Sora Kurdî, di warê alîkariyên mirovatî û tendirustiyê de xebatek baş pêşkeşî xelkê herêmê kiriye, bi hevkariya li gel çendîn rêxistinên xêrxwazî û mirovatî yên li Ewrupa, Herêma Kurdistana Îraqê û rêxistinên din yên navnetewî derman û pêdviyên tendirustî anîne wê herêmê.
Jiber ku hejmarek zêde ya xelkê herêmê bi taybet ji Efrîn, Girêsipî û Kobanê koçber bûne û di kampan de dijîn, piştî belavbûna vîrusa korona tirsek mezin heye ku eger COVID-19 li wê herêmê belav bibe dê wêrankarî dirust bibin û gelek mirov dê rastî wê webayê bihên, jiber nebûna şert û mercên pêşîgritina li hember belavbûna vîrusa korona, yên weke derman, metiryalên paqijiyê û cîhazên oksicînê yên bînhilkêşanê.
Jibo pêzanînên derbarê rewşa niha ya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê ya ku ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin çawaye, Dengê Amerîka li gel berpirsê Tendirustî yê Heyva Sora Kurdî li wê herêmê berêz Dilgeş Îsa axivî.
Îsa dibêje ku heta niha bi şêweke 100% ti haletekê tûşbûna vîrusa korona nehatiye destnîşan kirin, jiber ku her zû dema virus pêşî li Çînê belav bû paşî hat Îranê û bi rêya Îranê hat Îraqê, Rêveberiya Xweser biryar girt ku rêya di navbera wê herêmê û Îraqê de, bi taybet li gel Herêma Kurdistana Îraqê bihê girtin.
Îsa, herwiha da zanîn ku wan heta niha têstên xwe yên herêmî hene bo destnîşan kirina kesan eger hat û tûşî nexweşiya korona bibin û 80% encamên wê testê rast in.
"Jiber qedexeya nederketinê ji malê, têkiliyên me bi rêxistinên din yên xêrxwazî yên navnetewî re lawaz bûne. Tenê hin caran hevkarî ligel wan rêxistinan heye yên ku li Herêma Kurdistana Îraqê ne û pirsgirêka wan ya sereke nebûna cîhazên oksîjenê yên bînhilkêşanê ye."