Li Hewlêrê beşeke mezin ya welatîyan biryara hikûmetê ya dor xweparastin ji vîrusa korona binpê kirine û derketine sûk û taxên bajêr.
Wezareta Saxlamî ya Herêma Kurdistanê hişyarî dabû hemwelatîyan ku ji cîhên şenîbar dûr bisekinin û heta ku pir pêdivî nebe neçin derve û qelebalixê çênekin.
Nûçegîhanê me Ehmed Zêbarî li navenda Hewlêrê bi çend rûniştvanên bajêr re peyîv ku bizane çima ew kes derketine kolanan.