Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Înê di daxuyaniyekê de red kir ku ti navendeke Îsraîlê li Herêma Kurdistanê hebe.
Pêşewa Hewramanî got ku "hêzeke derqanûnî gotiye ku wan bi dronan êrîşî bingeheke Îsraîlê li Hewlêrê kirîye. Ev yek ne rast e û ti bingeheke Îsraîlê li Herêmê tune ye."
Berdevkê Hikûmetê da zanîn ku "Her carê armanckirina Hewlêrê bi her behaneyekê tenê bêserûberiya wan grûpan nîşan dide. Ew karekî tirsonek û terorîstî dikin."
Koma Berxwedana Îslamî (El Muqaweme el Îslamîye) roja Çarşemê di daxuyaniyekê de gotibû "Me navenda teknîkî ya îstixbarata Îsraîlê li bakurê rojhilatê Hewlêrê bi dronekê armanc girt."
Fermandarê Giştî yê Pasdarên Şoreşa Îranê Husên Selamî roja Pêncşemê careke din êrîşî Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku li Hewlêrê "hêlîna sîxûrîyê ya Îsraîlê" heye.
Di dema oxirkirina fermandarê payebilind yê Pasdarên Îranê Razî Mûsewî de, yê ku li Sûriyê di êrîşekê de hatibû kuştin, Selamî gotarek xwend û got, "di êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê ya Adara 2022'an de me ragihand ku me droneke Amerîkayê û hêlîneke sîxûriya Îsraîlê li Hewlêrê wêran kirin. Me wê çaxê jî gotibû û niha jî dibêjin, em natirsin, tiştê ku em dikin emê bibêjin."