Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Hesekê Êrîşên Kujêr Didomin


Îro serê sibehê li ser rêya navbera Hesekê û Holê û li nêzî gundê Homir motosaykileke mayînkirî peqîya û di encamê de sivîlek hat kuştin.

Hêzên ewlekarîya hindurîn bi daxuyanêyekê ragihand ku di peqînê de 4 kesên din jî birîndar bûn ku di nava wan de zarokek jî heye.

Hemza Ewdî yê ji gundê Homir, ku di dema peqînê de nêzî cîhê bûyerê bû, got ku wî dît motosaykilele ku li ser rê sekinîbû hat teqanidin.

Motor li ser rê, li pêşîya me bû. Dema trombîlek derbaz dibû ew motor hat peqandin. Kesek hat kuştin, 4 jî birîndarbûn, zarokek birîndar heye.”

Li gor agahîyên bi dest ketine peqîn nêzîkî bendeke kontrolê ya destpêka Hesekê ya ji alîyê rojhilat ve pêk hat.

Heta niha ti kes ev êrîş ranekiriye ser xwe, lê wê deverê torên veşartî yên DAIŞ’ê ku di dema dawî de pir aktîf bûne.

Rûniştvanên deverê bal dikşînin ku hin carana tolên êlên Ereban di navbera hev de bi vî awayî hev dikujin.

Hesen Firêh, ku li cîhê bûyerê bû dîyar dike ku li wê deverê bandora êl û eşîran xurt e û pir caran tolên êşîran dibin sedema şer û kuştin û peqînan.

Hêjayeibîrxistinê ye ku DAIŞ’ê li bajarokê Holê û başûrê Hesekê û Dêrezorê pir aktîf bûye û di 3 mehên dawîyê de 68 êrîş pêk anîne ku piranîya wan bi rêya peqînan in.

Di heman demê de hêzên ewlekarîya hindurîn û HSD bi piştevanîya Koalîsyonê dijî torên veşartî yên DAIŞ’ê operasyonên taybet li dar dixin.

ZO_06.01.2021_Hesekê_Peqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:22 0:00

XS
SM
MD
LG