Şerekî giran ji şeva Sêşemê ve di di navbera hêzên rejîma Sûrîyê û komeke mîlîşyaya girêdayî wê ve li bajarê Hesekê derketîye holê.
Di encama guleyên çavkorkî de sê welatî li taxên jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku Dengê Amerîka bi dest xistine, yek ji birîndaran jin e û birîna wê di serî de ye.
Bajarê Hesekê bi piranî di destê hêzên Kurdan de ye, lê hinek beşên bajêr li jêr kontrola hikûmeta Şamê û komên ser bi wê ve ne.
Li gor agahîyan, çar topên hawanê li taxên Salihîye, Dahîya û Xiwêran ketin, bêyî ku ti zîyanên canî hebin.
Heta niha di encama vî şerê navxweyî yê rejîma Sûrî de 6 kuştî û birîndar hene.
Rojnamevan Mihend Ibrahîm ji Hesekê ji Dengê Amerîka re got ku şer hîn berdewam e.
"Hin agahî hene ku rêberê mîlîşyayên Berevanîya Niştimanî (Dîfa el Wetenî) Ebidqadir Hemo birîndar e," Îbrahîm da zanîn.
Li alîyekî din, şeva din dema pevçûnan destpê kir, Ebidqadir Hemo di vîdyoyekê de ligel hejmarek ji çekdarên xwe gef li hêzên rejîmê xwar û veqetina xwe ragihand.
Li bajarê Hesekê ji 11’ê Tebaxê ve nakokî navbera êla Cibûr û milîsên Dîfa el Wetenî yên girêdayî rejîma Sûrîyê derketine pêş.
Li gor rihsipîyên êla Cibûr, sedema nakokîyê ew e ku li çargoşeya ewlehîyê ya bajarê Hesekê berpirsê Dîfa el Wetenî, Hemo, tevî çend çekdarên xwe li dijî rihsipîyekî êla Cibûr bê rûmetî kiribû.
Di encamê de welatîyên êla Cibûr ev bê rêzî protesto kir û di nava êlê de seferberî hat ragihandin.
Li gor jêderekî ji êla Cibûr, hêzên rejîmê bi givaştina hêzên Rûsyayê ser daxwaza êla Cibûr xwest Ebidqadir Hemo bigirin.
Jiber vê yekê jî şer û pevçûn di navbera rejîm û çekdarên êla Cibûr êdî şerekî navxweyî di nav rejîm û mîlîşyayên wê de.