Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Dir Êrîşa Dronan de 2 Zêrevanên Şorişa Îranê li Sûriyê Tên Kuştin


Çavdêriya Sûrî jibo Mafên Mirov SOHR dibêje, 2 zêrevanên Şorişa Îranê (Heres al Sewrî) di êrîşa forkeyên bê firokevan de hatine kuştin ku nasnama wan firokan nayê zanîn.

SOHR dide zanîn ku serê sibeya Yekşemê firokên bê firokevan otombîlek li nêzîk Meyadîn li gundewarên Dêrezor kirîye Armanc û di encam de 2 Heres al Sewrî yên Îranê hatine kuştin.

Çavdêriya Sûrî dibêje, otombîl aramnc hat girtin, piştî ku ji kargehekê ya li dewrûberên bajarê Meyadîn derketî, lê heta niha nasnameya kesên bûne armanca êrîşê nehatine zelal kirin.

Çavdêriya Sûrî berî 2 rojan ziyanên êrîşên firokeyên Îsraîlê bo ser axa Sûriyê dabûn ragihandin piştî ku şeva Pêncşemê li ser Înê êrîş pêkhatbû û mûşekên Îsraîlê yên di ser axa Lubanê re gihabûn herêma al-Zawiye li gundewarên Missyaf, ku embar û kargehên çêkirina mûşekên menzil kurt û navîn di wan êrîşan de hatbûn wêran kirin. Li wê herêmê navendên lêkolînên zanistî û kargehên berevanî û xweparastinê hene, weke SOHR dibêje.

Herwiha wan êrîşan navend û serbazgeha Talayîi li herêma Şêx Xazban li gundewarên Missyaf aramnc girtbûn û 6 kesên ku nasnama wan ne Sûrî bûn hatbûn kuştin.

Wek tê zanîn her tim çekdar û zêrevanên şorişa Îranê yên ku li Sûriyê ne dibin armanca mûşek û êrîşên esmanî, lê nayê eşkere kirin kanê ew êrîş ji aliyê kê ve tên encam dan, pir caran rejîma Sûrî Îsraîlê li hember wan êrîşan berpirs dibîne, Îsraîl jî ranagihîne ku ew êrîşan pêktîne, lê her tim gotiye ewê milîtan û Heresên Sewrî yên Îranî ku li Sûriyê dimînin aramnc bigirin.

XS
SM
MD
LG