Rêxistina Hengaw ya ku binpêkirina mafan li Îranê di şopîne îro Şemiyê di platforma mediya civakî X'ê de radigihîne ku di Cotmeha sala 2024'an de, herî kêm 161 girtî di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine bidarvekirin.
Hengaw dibêje ev jî li gorî meha Îlonê, ku 78 kes hatbûn darvekirin bi rêjeyav %106.5 zêde bûye. Di sala 2024an de ev hejmara herî darvekirinê ye di mehekê de li Îranê ku hatiye belgekirin.
Navenda Dane û Belgeyan ya Rêxistina Mafên Mirovan ya Hengaw nasnameya 149 ji 161 girtiyên bidarvekirî eşkere kir û nasnameya 12 kesên mayî jî di lêkolînê de ye.
Di meha Cotmehê de herî kêm 22 girtiyên Kurd, 21 girtiyên Tirk, 15 girtiyên Belûç, 12 girtiyên Lur, 5 girtiyên Ereb, 3 girtiyên Gîlak û 2 girtiyên Tirkmen hebûn. Wekî din, herî kêm neh welatiyên Afganî meha borî hatin sêdaredan.
Hêjayî gotinê ye ku darvekirina Cemşîd Şermehd, girtiyê xwedî herdu nasnameyên Îranî-Almanî, bi awayekî veşartî hatiye encamdan. Her wiha girtiyekî Belûç yê 21 salî ku di dema tawanbar kirinê de tenê 17 salî bû, li Girtîgeha Navendî ya Zahîdanê hate îdamkirin; ev girtiyê bi navê Mehdî Barahûeyî bi tawana kuştina bi plan hatiye mehkûmkirin.
Ji 161 girtiyên di meha Cotmehê de hatin îdamkirin, tenê 14 doz (% 8,5) ji aliyê medyaya dewletê û malperên girêdayî darazê ve hatine ragihandin. 6 înfaz bi awayekî veşartî, bêyî agahdarkirina malbatên girtiyan an jî hevdîtina dawî bi wan re pêkhatine.
Ji hejî bîrxistinê ye ku di nava kesên di meha Cotmehê de hatin îdamkirin de herî kêm 5 jin li girtîgehên cuda yê n hebûn.
Jêder: Hengaw