Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hengav Dibêje li Pîranşarê 7 Kurd ji Alîyê Dewleta Îranê ve Hatine Girtin


Rêxistina mafên mirovan ya Hengaw ragihand ku heft welatîyên Kurd yên ji Pîranşar û Serdeştê bi navên Ferdîn Mehmûdî, Ne'mat Ehmednejad, Murad Astwar, Mihemed Sohrabî, Hîwa Şocayî, Enwer Îbrahîmî û Ceger Mucahidî ji alîyê hêzên ewlekarî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Di nava girtîyan de endamên Tevgera Azadîya Jinan, Hîwa Şocayî û Mihemed Sohrabî jî hene.

Li gor rapora ku gihaye Hengaw'ê, îro Sêşemê danê sibê "Ceger Mucahidî" yê 25 salî ku ji gundê "Elwatan” ya ser bi bajarê Serdeştê û Ne'mat Ehmednejad yê 37 salî ku ji bajarê Pîranşarê, "Murat Ostwar" yê 45 salî, li gundê Likbin'ê hatin girtin.

Enwer Îbrahîmî yê 37 salî ku ji gundê Paswê ye, Hîwa Şocayî yê 34 salî ku ji gundê Kone Lacan, Ferdîn Mehmûdî yê 30 salî û Mihemed Sohrabî ji Pîranşarê ji alîyê hêzên îstixbaratê ve hatin girtin.

Mihemed Sohrabî û Hîwa Şoceyî berî niha bi 16 meh zîndan û salek sirgûnê hatibûn mehkûm kirin.

Çalakvanên sivîl û jîngehparêz Ferdîn Mehmûdî, Mihemed Şoceyî û Mihemed Sohrabî yên di bin navê Tevgera Azadîya Jîyana Jinê de, li cihê kar hatin girtin û piştre li malên wan lêgerîn hat kirin. 4 welatîyên din jî li malên xwe hatin binçav kirin.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha malbatên van welatîyan ji çarenivîs û rewşa wan agadar nebûne.

Heya dema nivîsîna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtina wan, tawanên li dijî wan û çarenivîs û cîhê ragirtina wan de, ti zanyarîyên berfireh ne tunebûn.

Jêder: Hengaw

XS
SM
MD
LG