Li hember komkujîya Hûlê, piştî neh dewletan, Tirkîye jî jibo protestoyê, roja Çarşemê biryara derxistina dîplomatên Sûrîyê da.
Amerîka, Fransa, Brîtanya, Awistralya, Almanya, Holenda, Îtalya, Spanya û Kanada di nav wan welatan de ne ku diplomatên Sûrî qewitandin.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Abdulbasit Hemo berpirsê têkelîyan yê Partîya Yekîtîya Kurdistanê li Sûrîyê dibêje ku biryara dûrxistina diplomatên rejîma Sûrî biryareke dîrokî bû jibo gelê Sûrî.
Birêz Hemo herwiha dibêje ku ev biryar dereng e, lê belê di cihê xwe de ye.
Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Hemo re, fayla dengî li rexê rastê vê rûpelê kilik bike.