Di xeleka vê heftê ya Bernama Hello Washingtonê de pirsa lawazbûna Dewleta Îslamî (DAIŞ) û rizgarkirina bajarên Mûsil û Reqqa hate gotûbêj kirin.
Şêwirmendê fermandariya Hêzên Sûriya Demokrat Dr.Nasir Hecî Mansûr û serokê Encûmena parêzgeha Nînawa Beşar Kîkî mêvanên bernamê bûn.
Di bernamê de mijarên şêwazê li berxwedana çekdarên DAIŞ'ê û çarenivîsa wan, herweha çarenivîsa lîderê wan Ebu Bekir Bexdadî, ku li gor çavkaniyên bawerpêkirî ji Mûsil reviyaye, hatin nirxandin.
Dîsa, pirsa paşeroja hêzên hevbeş yên beşdariya rizgarkirina Reqqa û Mûsilê dikin dê çi be? Çareseriyek siyasî çawa dê piştî têkdana DAIŞ'ê li herêmê pêk were, di bernamê de hatin gotûbêj kirin.
TKerem kin temamiya vê bernamê guhdar bikin.