Îro Pêncşemê 35emîn salvegera karesata Helebceyê ye, dema êrîşa bi gazên jehrîn ya rejîma dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Husên li ser sivîlan pêkhatî.
Weke vê rojê, li sala 1988’an, di saet derdora 11.00’ê sibê de, balafirên şer yên rejîma berê ya Iraqê bi gaza xerdel, sarîn û gazên din yên kîmyayî êrîşek mezin li ser bajarê Helebceyê pêk anîn.
Nêzîkî 5,000 kes, ku piraniya wan jin û zarok in, li bajarê ku 60,000 lê dijîn hatin kuştin, û li gorî texmînan 10,000 kesên din rastî zirarên tenduristiyê yên demdirêj hatin.
Heya roja îro jî, kesên rizgar bûne ji ber zêdebûna asta penceşêran û nexweşiya tengenefesê, her weha rêjeyên bilind yên jiberçûnê û êş û nerihetiyê dikişînin.
Piraniya berpirsên Îraq û Herêma Kurdistanê, herwiha rêxistinên mafên mirov yên herêmî û navnetewî li vê bîranînê peyamên hevxemî û piştevaniyê weşandin.
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di vê bîranînê de, gotarek pêşke kir û peyamek di hesaba xwe ya twîterê de weşand û got" Di sih û pêncemîn salvegera kîmyabarana Helebce de em şehîdên birûmet bi bîr tînin. Silav li giyanê wan bin û ji malbatên wan re jî silavan dişînîn."
Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hesaba xwe ya twîterê de payamek li vê bîranînê weşand û got " Îro em şehîdên mezlûm yên kîmyabarana Helebceyê ku bûne qurbaniyên tawaneke mirovî û hertim di hiş û wijdanê gelê Kurd û mirovahiyê de zindî dimînin bi bîr tên.
Em helwesta hikûmeta federal ya ji bo pesendkirina parêzgeha Helebce dinirxînin. Her wiha divê hikûmeta federal li gorî destûrê qerebûkirina malbatên şehîdên Helebce û qurbaniyên rêjîma Baasê bide. Silav li giyanê şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistan."
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiaa Al Sudanî bi rêya twîtekê xemgînî û piştevaniya xwe ji bo qurbaniyên Helebbcê ragind, Al Sudanî bi zimanê kurdî û Erebî twîtek weşand û got" Em îro tawana herî hovane ya li dijî mirovahiyê, karesata Helebçeyê ku ji aliyê rejîma dîktator ve hatiye kirin, bi bîr tînin. Bi vê minasebetê em dupat dikin ku biryara me di civata wezîran de ji bo dengdana li ser proje yasaya veguhertina bajarê mexdûr bibe parêzgeh berî her tiştî erkek exlaqî ye. Em ê hertim hewl bidin ku li hember hemwelatiyên bindest û kêmderfet dadperwer bin û ev yek ji erkên sereke yên hikûmeta me ye."
Sê rojan berî 35emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê, hikûmeta federal ya Iraqê biryar da ku pêngavên îdarî yên parêzgeha Helebce temam bike û Helebce wek parêzgeha 19an yaa Iraqê hat diyarkirin.
Herwiha Serokê Parlemena Îraqê Mihemed Al Halbousî li bîranîna 35ê ya kîmyabaran Helebcê hevxemî û piştevaniya xwe bo qurbaniyan da diyar kirin û got " Di 35emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de, em hevxemiya xwe û piştevaniya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyan dikin û em li kêleka qurbaniyan û malbatên wan in û em piştevaniya hemû hewlên ji bo temamkirina tedbîrên pêkanîna parêzgeha Helebceyê dikin."
Dema ku bîranîna 35ê ya kîmyabarana Helebce tê kirin, li Amerîka behsa şerê berî 20 salan tê kirin dema ku sala 2003ê Amerîka dest bi operasyona leşkerî kirî ji bo nehiştina rejîma Sedam Husên ku biryarderê êrîşa kîmyabarana Helebce bû ya li sala 1988ê.
Lîderê piraniyê di Civata Senatorên Amerîkî de Chuck Schumer doh Çarşemê şerê li Îraqê yê berî 20 salan anî di rojeva Washingtonê de, Schumer got, "Vê hefteyê Senato dê dest bi proseya bidawîkirina desthilata yasayî ya ku berî 20 salan şerê Iraqê dest pê kirbû, bike. 19ê Adarê dê 20emîn salvegera operasyona li dij Îraqê be. Rastiya li ser erdê ji zû ve hatiye guhertin. Divê qanûnên li ser pirtûkan jî biguhere." Chuck Schumer got.
Operasyan Amerîka ya jinavbirina rejîma serokê berê yê Îraqê Sedam Husên li ser Amerîka giran rawestiya, tê texmîn kirin ku mezaxitinên operasyona rizgar kirina Îraqê li ser Amerîka 1.79 tirilyon dolar teklîf bû.
Herwiha di şerê Îraqê de tê texmîn kirin ku 550,000 - 584,000 hezar kes hatin kuştin di nava wan kuştiyan de 4,599 leşkerên Amerîkî hene.
Jêder: Reuters/AP/Twitters