Rêxistineke alîkarîya mirovahî ya navnetewî dibêje, di encama êrîşên esmanî yên rejîma Esad de, sîstema saxlemîyê li rohjilata Helebê ya bin kontrola serhildayan wêran bû.
Rêxistina Doktorên bo Mafên Mirovan (Physicians for Human Rights) dibêje, jiber êrîşên esmanî yên hikûmeta Sûrî gelek doctor ji deverê revîne û tenê yek jî sê nexweşxaneyên heyî dixebitin.
Rêxistina Doktorên bo Mafên Mirovan, di raporta xwe ya îro Çarşemê de, ji sala 2012an vir ve 45 êrîşên ser nexweşxaneyan bi belgeyan diweşîne.
Rêxistina ku bingeha wê li New Yorkê ye dide zanîn ku hemî êrîşên ser nexweşxaneyan ji alîyê hêzên rejîmê hatine kirin.