Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Helebê Metirsîya Ser Kêmanîyên Olî û Nijadî Mezin Dibe


Digel pêşveçûna komên çekdar di şerê girtina Helebê û deverên derdorên wê de, metirsî li ser kêmanîyên olî yên Êzdî, Mesîhî, Şîa û Elewîyan mezin dibe.

Roşîn Îsa, endama Rêvebirîya Mala Êzdîyan li Heleb ê û endama Encûmena Şêx Meqsûd û Eşrefîyê gji Dengê Amerîka re got ku gelên van du taxên piranîya Kurdan li Helebê û devera Şehba di agirekê mezin de ne.

Îsa got ku gelek ji gelê Şehba revîne deverên bin kontrola hêzên Kurdan de û xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefîyê ku du taxên piranîya Kurdan in, li nav cade ne û li bendê ne kû rê vebe xwe bigehînin kesûkarên xwe li herêmên Rêvebirîya Xweser.

Xanim Roşîn dibêje ku kêmanîyên olî di tirseka mezin de ne ku komên çekdar yên radikal derbazî van deveran bibin û komkûjiyan li dijî wan encam bidin.

Heta amadekirina vê raportê, komeleya bi nave Ehrar el-Şam devera Şehba dorpêç kirîye, lê gelek ji xelkê wê derbider bûne û xwe gehandine bajê Tebqqe.

Hevdem, Faruq Tozo, endamê Yekêtîya Êzîdîyan Sûrî li herêma Cezîrê got ku wan otobus û kamyonan şandine da ku hemî civakên di deverên şeran de veguhêzin herêmên aram.

Roşîn Mûsa got, gelek ji gelê Şehba revyane deverên jêr destê hêzên Kurdan û xelkê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê li nav cada ne û li bendê ne ku rê vebe xwe bigehîn kes û karên xwe li herêmên jêr destê Rêvebirîya Xweser.

Hêşta komelên çekdar neketine taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê. Li gor Roşîn Îsa ku endama Tevgera Şêx Meqsûd û Eşrefîyê ye, komelên çekdar di daxweyanîyên xwe de tekez dikin ku ew naxwazin êrîşî wan du taxan bikin lê bawerî bi wan nayê. Ji ber wê, gel hemî li derveyî malên xwe li nav cada ne û li otomobîlên xwe siwar in, li benda rêkekê ne xwe ji mirinê rizgar bikin.

Li gor van du endamên civaka Êzdîyên Sûrîyê, 800 malbatên Êzdîyan (7,500 – 10,000 Êzdî) li van du taxên piranîya Kurdan li Helebê akincî ne û bêtirî 25 malbatên Xiristîyanan. Ew du pêkhat digel Elewîyan di tirseke mezin de ne.

Bajarê Helebê warê pêkhatên cuda cuda yên olî û nijadî ye û gefa herî mezin a li ser kêmanîyên olî û nijadî yên ne Misilman, ji komelên wek Ehrar e-Şam û Cebhet el-Nusra ye. Ew pêkhat van komelên çekdar weka Komeleya Dewleta Îslamî DAIŞ didin naskirin.

DS_Roshin_Isa_Rewsa Ezdiyan
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:17 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG