Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Amerîka: Matematîk Zelal E, Lê Biryarder Kî Ye?


Pêşbirkîya nêvbera namzetê Komarî serokê berê Donald Trump û namzeta Demokratan Kamela Harris cîgira serokê niha ya herî nêzîk heve û pêşbînîya serketîyê hilbijartinên seroktîyê nayê kirin.

Hefteyekê berî roja hilbijartinan li 5 Mijdarê, têkraya rawergirtinên sazîyên taybet û dezgehên medyayê, nêzîkbûna rêjeya piştevanîyê li her du namzetan tekezdikin. Eger çî ew rawergritin ne di hemû hilbijartinan de rast derketine lê nîşana şêweyê dengadanê ye li Amerîka.

Nîşanên vê nêzîkbûna rêjeya piştevanîyê di rawergirtinan de li heft wîlayatan ku bi piranîya biryarderên encamên hilbijartinên serokatîyê ne, dîyarin.

Li ser astê niştimanî Harris 0.5-1% li pêş Trump e. Lê li heft wîlayetên biryarder, Trump bi rêjeya gelek kêm li pêşe.

Matematîk belî ye!

Van heft wîlayetan 93 ji têkraya 538 jimarên Electoral College (Kobenda Hilbijartinê – Desteya Hilbijartinê) hene. Arizona 11, Georgia 16, Michigan 15, Nevada 6, North Carolina 16, Pennsylvania19 û Wisconsin10.

Hema hema 445 jimarên 43 wîlayeta dî ku rêjeya piştevanîyê li Komarî yan Demokratan hind mezin e, pêşbînîya serketîyê wan belî ye jiber ku jimare dabeşkirî ye.

Li gora piranîya navendên taybetên dengadanê, ji wan 445 hejmaran, jixweber Harris dê 226 bibe û Trump dê 219 bibe. Û serketîyê hilbijartinan ewe yê bêtir ji nîva 538an, 270 bi destxîne.

Anko, ji 93 dengên biryarder, jibo ku bibe serok, Harris dê pêdivî bi 44 jimaran hebe yan jî Trump dê pêdivî bi 51 hebe.

Şer li ser dengên biryarder

Li van heft wîlayetan, dengderên ku hêşta biryar nedane ka dengê xwe bidin kê, xwedî biryar in. Jiber vê rastîyê, li van rojan kempeynên her du partîyan kesitî û navdarên Amerîka didin pêş xwe da ku gotaran arasteyî wan dengderan bikin, sozan bidin wan ku xwedî li xem û nîgeranîyên wan derkevin.

Di gûrrbûna kempêna van rojan de, peyamên tirsandina Amerîkîyan ji egera serketina alîyên dij gelek tên bihîstin. Ew bi mîlyonên dolaran li ser reklam û peyamên dijî hev xerc dikin.

Jiber vê hinek alî dibêjin ku çend ê pêşbirkî nêzîkî hev be çendê tirs ji derketina tundûtîjîyan heye, egera redkirina encaman heye, eger çî berovajî, sazîyên hikûmetê wan egeran dûr dixin.

XS
SM
MD
LG