Hozan Xelîl Efrînî rojnamevanekî Kurd e ku ji sala 2005'an vir ve li Herêma Kurdistanê dijî.
Ew berî demekê çûbû Kurdistana Sûrîyê ku rewşa heyî di cîh de bibîne û nêrîn û çavdêrîyên xwe ligel bîragiştî parve bike.
Efrînî dibêje, li Herêma Çîyayê Kurmênc rewşeke xirab heye jiber ku bi sed hezaran kes cî û warên xwe yên li Helebê hêlane û hatine Efrînê.
“Jiber zêdebûna şenîya herêmê û tunebûna tiştên pêdivî rewşeke pir giran li herêmê heye. Zarokên Kurd bê nan û şîr in û bajarên Kurdan di bin dorpeçkirina Cepheya El Nusra re, le ji kesekî dengek dernaye!”
Rojnamevan Efrînî îdîa dike ku bûyerên li Amûde tiştekî plankirî bû û divêbû YPG derfet nedaya wê planê. “Çima birêz Abdulbasît Seyda û yên ku girtina 3 kesan bi dengekî bilind tînin rojevê, qala rewşa pir xirab ya li Efrînê nakin?”
Efrînî dide zanîn ku partîyên Kurdên Sûrîyê nikarin problemên xwe çareser bikin, loma jî divê PDK, YNK û PKK bi hevre rûnin û kêşeyên heyî safî bikin.