Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HEDEP Dibêje Ewê Bajarvanîyên Xwe ji Destê Qayuman Derxîne


Hevseroka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmoglullari îro Pêncşemê got ku ewê di hilbijartinên herêmî de li bajarên ku hikûmetê bi qayuman dest danîye ser jinûve bi ser kevin.

Hatîmogullarî, di civîneke partîya xwe de li Îzmîrê got ku wan jibo hilbijartinên herêmî hema piştî kongreyê dest bi xebatên berfireh kiriye.

“Kîjan bajar be jî emê bi berbijarên xwe bikevin hilbijartinan. Em stratejîyekê çêdikin ku bi wê em li rojavayê Tirkîyê jî bi ser dikevin. Emê bajarvanîyên ku qayum li ser wan hatine danîn, jinûve bistînin.”

Hatîmogullarî dîyar kir ku HEDEP dikare ji mijarên rêvebirîyên herêmî heta yên navendê hemî mijarên Tirkîyê çareser bike.

Hevseroka HEDEP’ê got ku ewê wek ku hilbijartin sibê be xebatên xwe bimeşînin û jibo aştî û azadîyê bi ser kevin.

Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan di rojên borî de dîyar kiribû ku rêvebirîya partîyê dixwaze ku ew li hemî bajarên Tirkîyê bi berbijarên xwe herin hilbijartinan.

Dogan gotibû ku meclîsa partîyê wê ser pêşnîyara rêvebirîyê danûstandinê bike û biryara dawî bide.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha HEDEP’ê tê zanîn, di hilbijartinên 2019’an de li rojavayê Tirkîyê stratejîya xwe ser gêrkirina partîya desthilatdar ava kirûbû û li bajarên wê herêmê berbijar dernexistibû.

Jêder: Ajansa Mezopotamya, VOA

XS
SM
MD
LG