Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HEDEP Konferansa Rêvebirîyên Xwecihî Yên Demokratîk Lidar Dixîne


Ji Konferansa Rêvebirîya Herêmî
Ji Konferansa Rêvebirîya Herêmî

Partîya Wekhevî û Demokratîk ya Gelan (HEDEP) di 11-12 Mijdarê de li Enqerê Konferansa Rêveberîyên Xwecihî Yên Demokratîk pêkanî.

Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan di axaftina xwe de ragihand ku ew him li Kurdistanê û him jî li bajarên rojava yê Tirkîyê ji îtifaqan re vekirîne:

"Di vê dewrê de me 65 şaredarî qezenç kiribûn û ji vana 48 hatin têkdan û şêlandin. Jiber wê vîna 5 mîlyon kesan hate çewsandin.

AKP’ê bi tayînkirina qayûman li Kurdistanê hiqûqeke dagirger birêvabir. Bi qayûma ewan xwast ku Kurdayetîyê vegerînin Tirkîtîyê. Lê emê vana pêkva ji destê wan bistînin. Jiber vê jî em li Kurdistanê û Tirkîyê ji îtifaqan re vekirî ne."

Tûncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê HEDEP'Ê, VOA
Tûncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê HEDEP'Ê, VOA

Piştî konferansê, îro Dûşemî encamên konfernsê hatin eşkere kirin û ev xal bi fermî hatin belavkirin:

- Demokrasiya Xwecihî û Komara Demokratîk Hêviya Tirkiyeyeke Wekhev û Azad e.

- HEDEP dê mîrateya şaredariya civakî mezin bike.

- Emê bajarên xwe ji dizan pak bikin.

- Hevseroktî û nûnertiya wekhev xeta me ya mor e.

- Em bi Demokrasiya Xwecihî Rêveberiya Xwecihî berbelavî temamê Tirkiyeyê dikin
- Em ê bi Demokrasiya Xwecihî Avakirina Komara Demokratîk misoger bikin.

- Di vî warî de em ê di hilbijartina pêşiya me de bigihin armancên xwe û em ê herêman Komara Demokratîk ava bikin.

- Bi vî awayî emê qeyûmên ku îradeya gelê Kurd tune dihesibînin bişînin.

- Emê bi têkoşîna azadiyê ya jinan bi ser bikevin.

- Bi bidestxistina gelek şaredariyên nû tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê li Kurdistanê biqedînin.

Li hemû Tirkiyeyê di rêveberiyan de cihgirtina gel pêk bînin û bi têgihiştina Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk ya civakî re bersiva herî xurt bidin.

Berpirsê Rêvebirîya Şaredarîyan û Alîkarê Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Mehmet Ruştî Tiryakî li ser armanca vê konferansê ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku ew dixwazin şarerdarîyên çûyî paşta qezen bikin:

Mehmet Rûştî Tiryakî, Berpirsê Rêveberîya Şaredarîyan û Alîkarê Serokê Giştî yê HEDEP
Mehmet Rûştî Tiryakî, Berpirsê Rêveberîya Şaredarîyan û Alîkarê Serokê Giştî yê HEDEP

"Di 31’ê Adarê 2024’an de dê hilbijartinên şaredarîyê werin çêkirin. Armanca me ya esasî jî ew bû ku em bi vê konferansê kêmasîyên xwe tespît bikin û şaredarîyên ku ji destê me hatine şêlandin paşda vegerînin. Gelê me vê yekê ji me daxwaz dike û emê jî vê daxwaza gelê xwe bînin cî."

Tiryakî balê dikşîne ser îtifaqan jî û dide dîyarkirin ku Kurd ji îtifaqan re ti çaxekî derîyê xwe nagirin.

"Gelê me dijî îtifaqan nîne, lê ew dibêjin ‘Heke hun îtifaqan çêdikin bila eşkere be, ne li pişt derîyên girtî be’. Me jî di vî alî de soz da gelên xwe; heke em ligel kê îtifaqeke çêkin emê vana eşekere dîyar bikin û fikara gelê me jî emê ji holê rakin."

ED_13_11_2023_HEDEP_Konferan_Encam.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:37 0:00
XS
SM
MD
LG