Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HEDEP Wê bi Namzetên Xwe Beşdarî Hilbijartinên Herêmî Be


Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) îro li navenda giştî civîna Desteya Rêvebirîya Navendî (MYK) li dar xist û stratejîya xwe ya hilbijartinên bajarvanîyê eşkere kir.

Bîragiştî ya Tirkîyê ev demek e meraq dikir ku ewê HEDEP hilbijartinên herêmî de helwesteke çawa nîşan bide?

Piştî civînê, Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan, bi preskonferansê ragihand ku ewê li seranserî Tirkîyê û herêma Kurdan bi berbijarên xwe beşdarî hilbijartinê bibin.

“Desteya Rêvebirîya Navendî (MYK) ji do ve di civînê de ye. Gelek mijarên giring jî di rojeva me de ne. Mijara serekî hilbijartinên herêmî yên pêşîya me ye. Weku hun jî dizanin ku me biryar dabû ku partîya me li hemû herêmê ku bûye yekemîn yan jî duyemîn bi namzedên xwe bikeve hilbijartinê.”

Piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê HEDEP di nav gel de ji 600’î zêdetir civîn çêkiribûn û nêrîna gel wergirtibû. Di van civînan de gel ji HEDEP'ê xwestibû ku HEDEP karên xwe eşkere û li pêşberî gel bike. Dogan ser wan civînan wisa got:

“Me gelek civîn jî kirin. Her du hevserokên me jî bajar bi bajar, gund bi gund, kolan bi kolan digerin ev çend hefte ne. Piştî Kongreyê heta niha em li qadan in. Dengê we, xwestekên we giheştin me jî. Weke ku em dibêjin em partîya gel in, biryarên xwe bi gelê xwe re didin bi xwestina we di MYK de jî hat guftûgokirin û nirxandin. Û me biryarek da em ê li hemû deverên Tirkîyeyê bi namzedên xwe bikevin hilbijartinên herêmî. Ev pêşnîyara MYK ye. Biryara dawî wê meclîsa me ya partîyê bide.”

Dil hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de Parîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Stenbol, Enqere û hin bajarên din berbijar dernexistibûn û piştgirî dabû berbijarên Partîya Komarî ya Gel (CHP). Li ser vê yekê ji ji Dogan hate pirsîn ku li ev bajaran jî wê endam derxînin an na? Dogan bersîva vê pirsê jî wiha da:

“Rast e tu tiştek ne weke berê ye, her peyvajoeyke nû ye. Ev peyvajo jî hilbijartina herêmî ye. Ji ber wê yekê weke me gotî em dixwazin li her derê destkeftinên xwe mezin bikin û li her derê li gor mezinkirina destkeftinan tevbigerin. Ev mijara ku hun qal dikin min daxuyanî derheqê wê de da. Em ê li her derê bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinan bibin. Bi giştî li temamê Tirkîyeyê. Ji xeynî vê tiştekî nû niha tuneye ku ez bibêjim.”

Ev biryara HEDEP’ê an li ser sîyaseta Tirkîyê jî rengekî nû dîyar kir. Dema HEDEP bi endamên xwe beşdarî vê hilbijartinê bibe di nav sîyaseta Tirkîyê de ev tê çi wateyê?

Koordînatora Kompanyaya Lêkolînê ya DÎ-EN’ê Tacîre Baktaş ev yek ji Dengê Amerîka re şîrove kir:

“Di hilbijartinên 2019’an de HDP/HEDEP’ê li bajarên li gelek bajarên Tirkîyê endamên xwe yê şaredarîyê dernexistin. Lê îro em dibînin ku HEDEP wê di hilbijartina 31 Adara 2024’an de li wan bajaran û li tevahîya Tirkîyê wê bi endamên xwe beşdar bibe. Ev yek jî tê wê wateyê ku HEDEP wê di vê hilbijartinê de piştgirî nede CHP’ê, lê dikarim bêjim ku feyda vê yekê wê bêtir bigîhîje AKP’ê.”

ED_04_12_2023_HEDEP_Encam_Hilbijartin
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:21 0:00
XS
SM
MD
LG