Serok Hikûmetî Îraqê Adil Abdul Mahdî roja Duşema derbasbûyî biryarek derbarê nehiştina bingehên Heşda Şaabî û tevlî kirina wan di artêşa Îraqê de dabû.
Abdul Mahdî di mersûma hatî weşandin de biryar dabû ku heta dawiya meha Tîrmehê ti bingehên leşkerî yên grûbên çekdar li Îraqê nemînin hemû tevlî artêşê bihên kirin.
Serokwezîr Abdul Mahdî, du bijarde xistbûn ber sînê grûbên Heşda Şaabî yan dê tevlî artêşê bibin yan jî li gur yasaya Îraqê ya karkirina partiyên siyasî, evlî siyasetê bibin.
Ev biryar, bo sedema derketina kardan û bertekên cûda, Muqtada al Sadir ku hêza wî ya siyasî û leşkerî heye û kesayetiyê Şîa mezheb yê naskirîye li Îraqê pêşwazî li biryarê kir û got biryareke başe, lê divê bi şêweke dadwerane bihê bicîkirin.
Çavdêr didin zanîn ku rewşa niha ya Îraqê û şiyanên Adil Abdul Mahdî nînin vê biryarê bicî bîne, herwiha hene dibêjin ev biryar dê Heşda Şaabî gelek bihêz ketin û rewatiya wan grûbên çekdar zêdetir bîne pêş.
Hin aliyên Şîa yên Îraqê dibêjin bila Hêzên Pêşmerge jî bikevin nava wê biryarê de, ew jî bibin beşek ji artêşa Îraqê.
Astengiyên bicî anîna biryara nehiştina Heşda Şaabî yên herî zelal çine? Heşda Şaabî dê bi çi awayî û li jêr çi şert û merc dawiyê li nav û pêkhatina xwe bînin?
Îranê û aliyên derve çi rol heye di derkirina vê biryarê yan jî rêgirtin û bicî neanîna wê de?
Ev mijar di bernama Hello Washington de bi mêhvanan re hat gotûbêjkirin, mêhvanên bernamê berêz Nasir Herkî, Endamê Komîta Berevnaî û Ewlekarîyê di Parlamena Îraqê de. Berêz Macid Şengalî, endamê berê yê Parlamena Îraqê.