Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê 3 Bajarvanên ji HDP’ê Hatin Zindan Kirin


Di operasyona hêzên ewlekarî yên Tirk yên ser şaredarîyên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) de, 5 hevbajarvan li Wanê hatibûn desteser kirin.

Di encama darizandinê de hevbajarvanê Bêgiriyê (Muradiye) Yilmaz Şalan, hevbajarvanên Qelqeliyê (Ozalp) Dîlan Orencî û Yakup Almaç bi îdiaya “endamtîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK)” û “kirina propagandaya PKK’ê” hatin girtin û ji zindanê re hatine şandin.

Herwiha hevbajarvanê Elbakê (Başkale) Erkan Acar û hevbajarvana Bêgirîyê Leyla Balkan jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Parêzerê hevbajarvanan Umît Dede dide zanîn ku girtina bajarvanan ne hiquqî ye.

“Li ser dosyaya miwekîlan biryara veşartîbûnê heye. Lê tenê em dizanin ku di nava demek kin de derbarê hevbajarvanan de lêpirsîn hatiye destpê kirin. Li gor qanûnê, bona danîna qayuman divê ‘derbarê wan de lêpirsîn’ hebe, lê ew yek tuneye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de HDP’ê li Wanê şaredarîya bajarê mezin jî di nav de 10 şaredarî bi dest xistibûn.

Ji van şaredarîyan 3 şaredarî bi ser biryara komîsyona hilbijartinê ji Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) re hatibûn dayîn û yên mayî jî ji hêla Wezareta Karê Navxweyî ve bi yek ji destê HDP’ê hatibûn sitandin.

Hêjayî balkişandinê ye ku tevî ku HDP bi hilbijrtinan de dengên herî zêde wergirtûbûn, niha di destê wê partîyê de ti bajarvanî nemane.

AA_12_10_19_Wan 3 Hevbajarvanên HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:41 0:00


XS
SM
MD
LG