Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Peqînên Stenbolê Giwaştinên Ser HDP'ê Zêde Dibin


Dozgerîya dewleta Tirkîyê jibo 8 parlementerên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) biryara anîna bi darê zorê da. Ji wan 8 parlementeran dido, Besîme Konca û Çaglar Demîrel, şeva borî li Enqerê hatin desteser kirin. Konca îro Sêşemê danê sibê bi şerta kontrola dadgehî hate berdan.

8 parlementer li gor qanûnên Tirkîyê jiber sûcê ''xirabkirina yekîtîya dewletê, propogandaya rêxistina terorê û endambûna rêxistina terorîst ya çekda'' tên darizandin.

Hêzên ewlekarî yên Tirk do Duşemê jî li seranserê Tirkîyê 235 endamên HDP’ê desteser kiribûn. Operasyonên desteserkirinê piştî ku Teyrêbazên Azadîya Kurdistanê (TAK), ku Tirkîye wek baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne, berpirsîya cotpeqînên li Stenbolê girt ser xwe, destpê kiribû.

Ji alîyê din ve, do li meclîsa Tirkîyê parlementerên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û HDP pev çûn. Wezîrê Tendirustîyê Recep Akdag li ser cotpeqînên li Stenbolê parlementerên HDP’ê rexne kirin ku wan êrîşa terorîstî şermezar nekirîye.

''Îradeya we ne di destên we de ye, di destên wan kesên bombe peqandîye de ye,'' Akdag got. Li ser gotinên Akdag, parlementerên AKP’ê û HDP’ê gotinên giran ji hevdu re kirin û ber bi hevdu meşîyan. Parlementer bi kut û pehînan bi hevdu ketin û di encamê de parlementerê HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim birin nexweşxanê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li parlemana Tirkîyê çar partî hene. Piştî peqînên vê dawîyê AKP, CHP û MHPê bi hevdu re daxuyanîyeke dijî terorê îmza kirin. HDP’ê her çiqas cotpeqîn şermezar kir jî, bi îdiaya ku her sê partîyên din guh nade pêşnîyazên HDP’ê, daxuyanî îmza nekir.

XS
SM
MD
LG