Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hember Doza Girtinê HDP Stratejîya Parastinê Diyar Dike


Parêzvanên HDPê -Tirkiye
Parêzvanên HDPê -Tirkiye

Komîsyona Hiqûqê ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo parastina doza girtina HDP'ê ji Dadgeha Zagona Bingehîn daxwaza zêdekirina demê kiribû. Dadgeha Zagona Bingehîn 2 Îlonê 2021'an de ev daxwaz pejiran û 60 roj dirêj kir.

Piştî vê biryarê HDP'ê jî stratejîya parastina girtinê dixwaze ku bi tevahî dîyar bike. Komîsyona ku ji 10 parêzeran pêk hatîye dest bi nivîsandina parastinê kirin.

Ev komîsyon di demên berê de partîyên ku hatibûn girtin û ji alîyê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê ve jî di derheqê Tirkiyê de dij biryar hatibûn dayîn wê ewan hevta nîşan bidin.

Di derheqê Partîya Pêşveçûnê û Dadê (AKP) de jî di sala 2008 an doza vekirinê hatibû dayîn.

Parêzvanên HDP'ê wê vê dozê jî mînak bidin û stratejîya parastinê li ser hin lingê din saz bikin.

Alîkarê Hevserokên HDP'ê û Berpirsê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê yê HDP'ê Umît Dede, di derheqê parastin û doza girtana HDP'ê de jibo Dengê Amerîkayê axivî.

Umît Dede, Alîkarê Hevserokên HDP'ê û Berpirsê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê yê HDP'ê
Umît Dede, Alîkarê Hevserokên HDP'ê û Berpirsê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê yê HDP'ê


Dede da dîyarkirin ku ev doz li ber daxwazê desthilatîyê hatîye vekirin. Dede di vî warî de gotinên xwe wiha didomîne, "Stratejîya parastina me di serî de dîyar bû. Li ber qebareya dosyayê Serdozgerîya Komarî hin ewraq ji me re neşandibûn. Ji ber vê jî, me demeke zêdetir daxwaz kir. Dadgeha Zagona Bingehîn jî ev daxwaza me di cî de dî û 2 meh dirêj kirin. Lê heta niha naveroka vê biryara dirêjkirinê me nedîtîye. Piştî ku bikeve destê me emê jî naveroka stratejîya parastina xwe bi tevahî dîyar bikin."

Li gorî Dede, ev doz di serî de heta dawî ne hiqûqîye bi tevahî sîyasîye. Dede gava vê yekê jî dinîrxîne nêrînên xwe wiha tîne ziman, "Di derheqê vê dozê de em nikarin pêşbînîyeke dîyar bikin. Jibo ku ev biryar li ser daxwazên AKP'ê û şîrikê wî yê biçûk Serokê Giştî yê MHP'ê Dewlet Bahçelî ve hatîye dayîn. Ji bo vê jî 100% dozeke sîyasîye. Ana Dadgeha Zagona Bingehîn jî di bin gefên desthilatîyê de ye. Li vê derê em hêvî dikin ku Dadgeha Zagona Bilind xwe ji van gefan rizgar bike û daxwazên sîyasetê cibicî neke."

Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind, di 7 Hezîranê 2021'an de doznameya duyemîn ya ser HDP'ê amadekiribû û radestî Dadgeha Zagona Bingehîn kiribû. Piştî vekolînan Dadgeha Zagona Bingehîn ev dozname di 21 Hezîranê de pejiran û 70 kalsorê veser, 8 flashên drive radestî HDP'ê kiribû û 60 roj jî dema parastinê dabû HDP'ê. Doznameya duyemîn ji 843 rûpelan pêk tê û di derheqê 451 kesî de jî qedexeyên sîyasî tê xwastin.

Raporta Enqerê 05 09 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00

XS
SM
MD
LG