Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê HDPê Demîrtaş: Erdogan û Davutoglu Fermana Êrîşên Dijî Partîya Me Da


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya piştevana Kurdan îro Çaremê hikûmeta Tirkîyê tawanbar dike ku piştgirî dide kempeyneke lînçkirinê û welêt dibe şerekî navxweyî.

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş êrîşên ser partîya xwe şermezar kir û wek “kempeyna lînçkirinê ya bi piştevanîya hikûmetê” nav kir.

"Di nav du rojên dawî de pirtir jî 400 êrîşan li hember partîya me hatin kirin. Em bi kempeyneke lînçkirinê rûbirû ne.”

Demîrtaş got, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu fermana operasyonên dijî HDPê da û divê ew bêne pêş dadgehê.

"Yên ku biryara wî şerî daye û ew şer gur kiriye, ne HDP ye... biryar ji alîyê serokomar û serokwezîr ve hate dayîn," Demîrtaş di civîna çapemenîyê de, li Dîyarbekirê got.

XS
SM
MD
LG