Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamantera HDPê Beştaş: Divê Herkes Dengê Xwe Bo Cizîrê Bilind Bike


Komeke ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ku nav de hevserokên partîyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, du wezîrên kabîneya hilbijartinê û dora 50 parlamenter jî hene aniha di rê de ne ku ber bi bajarê Cizîrê ve herin.

Meral Daniş Beştaş
Meral Daniş Beştaş

Demeke zûtir ya îro Çarşemê, destûr ji Demîrtaş û koma ligel wî nehat dayîn ku bi otomobîlan tekevin Cizirê ku ji şeş rojan vir ve di bin dorpeçkirinê de ye.

Cîgira hevseroktîya HDPê û parlemantera bajarê Edeneyê Meral Daniş Beştaş dibêje, ew bi biryareke devkî ku ji Enqerê, hatine asteng kirin, lê ewê her xwe bigehînin Cizîrê.

"Ev hikûmeta hilbijartinê ya bê desthilat, hiqûqê nas nake û li gor dilê xwe biryaran didin û nahêle ku em, nûnerên gel, herin Cizîrê. Divê herkes dengê xwe jibo Cizîrê bilind bike"

Meral_Daniş_Beştar_9_9_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:18 0:00

XS
SM
MD
LG