Hevserokê Partîya Demokratîk yê Gelan (HDP) Sezaî Temellî, bo danûstandinên ser hilbijartina 24’ê Hezîranê, li Dîyarbekirê bi nûnerên sazîyên sîvîl re kom bû.
Temelî berî civînê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku ewê berbijarê HDP’ê yê bo serokomarîyê di 4’ê Gulanê de eşkere bikin.
‘’Ji me re bo berbijarîyê hin pêşnîyaz hatin. Him di nav partîyê de him jî li bîragiştî navê Selahattîn Demîrtaş li pêş e.’’ Temellî got.
Temellî da zanîn ku divê navê Demîrtaş kesî şaş neke û got ku ew di hilbijartina sala 2014’an de jî berbijarê Tirkîyê bû û dîsa jî dê bibe berbijarê heman welatî.
Hevserokê HDP’ê dîyar kir ku ew bi îdiayên xurt beşdarî hilbijartinê dibin û ew bawer dikin ku di her du gerên serokomarîyê de jî bi ser kevin.