Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştvanên Wanê jibo Piştgirîyê Dibin Endamên HDP'ê


Rûniştvanên Bajarê Wanê jibo Piştgirîyê Dibin Endamên HDP’ê
Rûniştvanên Bajarê Wanê jibo Piştgirîyê Dibin Endamên HDP’ê

Roja Înê Serdozgerîya Komarî ya Enqerê di çarçoveya lêpirsîna"bûyerên Kobanê" de jibo 82 kesan bîryara desteser kirinê dabû.

Di encama operasyonê de parlamanterên berê yên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevbajarvanê Qersê Ayhan Bîlgen û endamên HDP'ê hatibûn desteser kirin.

Rêxistinên HDP'ê jibo piştgirî û dawî kirina zextên ser partîya xwe bang li gel kir ku bibin endamê partîyê.

Ligel bangawazîyê hejmarek rûniştvan bo endametîyê çûn avahîya rêxistina HDP'ê ya bajarokê Îpekyolu ya Wanê û bûn endamên partîyê.

Rûniştvana bi navê Zubeyde Çapar dibêje, ku ew dibe endama partîyê da ku êrişên ser HDP’ê dawî bin "Em dixwazin êdî parlamanter û hevbajarvanên me neyên girtin û li ser wan zulim dawî be. Em dixwazin parlamanterên me yên Kurd mîna parlamanterên Tirkan serbest sîyaseta xwe bikin. Em jibo piştgirîya partîya xwe îro hatin û dibin endam fermî yên HDP’ê".

Rûniştvan Menduh Aladag ê ku bo endametîya HDP'ê serledan kirîye anî ziman ku ew tawanên ser partîya xwe qebûl naken û tim pişt partîya xwene.

Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Îpekyolu Tuncer Saginç dide zanîn ku operasyonên dijî partîya wan tê kirin dijî hiqûqî ne "Roja partî hatîye avakirin heya niha, hertim dijî me operasyon tên kirin û mina her dem wek bersiv dayînekê gelê me dora partîya xwe kom dibe."

Hêjayî bîrxistinê ye ku roja Înê Serdozgerîya Komarî ya Enqerê di çarçoveya lêpirsîna "bûyerên Kobanê" de îdia dike ku di Cotmeha 2014’an de "endam û hevbajarvanên HDP'ê ji hesabên medya civakî û bi hin çapemenîyên din bang li gel kirine ku derkevin kolanan û çalakîyên terorê li dar bixin."

Serdozgerî bi van îdiayan li 7 bajêrên Tirkîyê bo 82 kesan biryara desteser kirinê ragihandibû û hejmarak zêde sîyasetmevanên Kurd hatibûn desteser kirin.

Raporta Wanê - 27 09 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:54 0:00

XS
SM
MD
LG