Parlementara Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ev 31 rojin dest bi greva birçîbûnê kirîye.
Guven bi rêya parêzerên xwe di daxuyanîya herî dawî de got “Min jiber zilma li ser gelê Kurd û jiber tecrîdê dest bi çalakîyê kir. Heta çalakîya min neyê bersivandin ezê vê protestoyê berdewam bikim.
Bi heman daxwazê, li girtîgehên Tirkîyê grevên birçîbûnê yên 10 rojî dewam dike û ev çalakî belav dibin.
Her wiha Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî di nav de 10 parlementerên HDP’ê li Parlemena Tirkîyê jibo piştgirîyê du rojan dest bi greva xwebirçîbûnê kiribûn
Dîsa Înîsîyatîfa Aşitîyê li ser mijara nivîsek amade kir û weşand. Di vê nivîsê de ji Konseya Ewrupa û Komîteya Nehêlana Êşkence ya Ewrupa (CPT) hat xwestin ku di ser Tirkîyê de here ku tecrida li ser Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan rabike.
Piştî daxuyanîyê gelek parlementer, akademîsyen, nivîskar rojnamêvan û sazî yên li Îngîltere bi îmzeyên xwe piştîgirî dan vê daxuyanîyê.
Parlementerê HDPê yê Bîngolê û Berpirsê Têkilîyên Dervê yê HDPê Hişyar Ozsoy got dibe ku grevên xwebirçîkirinê belavtir bibe.
“Guven jiber ku Artêşa Tirkîyê bajarê Efrînê dagir kir û Guven jî ev yek rexne kir, hat girtin. Her çiqas Guven di zîndanê de wekî parlementer hat hilbijartin jî lê heta niha dij hiqûqî di zîndanê tê girtin.”
“Hikûmet heta niha greva birçîbûnê wekî nedîtî xwe dide nîşan. Û heta niha tenê polîsan erkdar dike. Şuna tecrîd were rakirin, kesên piştgirîyê dide greva birçîbûnê tê xwestin ku krîmînalîze were kirin û werin girtin.”
Hêjayî birxistinê ye ku li bajarê Mersînê 10, li Rihayê 40, li Amedê 7 û li Colemergê jî 8 kes hatîbûn binçavkirin. Parlementera HDPê ya Rihayê Ayşe Surucu jî ji alîyê polîsan ve rastî şîdetê hatîbû.