Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê îro biryara blokekirina alîkarîya diravî ya ji xezîneyê bi 8 dengên erê beramber 7 dengên na rakir.
Li gor vê biryarê jî HDP dê 539 mîlyon lîra di nava vê salê de bikaribe bigire.
Di heman rojê de ji alîyê Dadgeha Qanûna Bingehîn ve jibo ku li ser doza girtinê, ku HDP parastina xweya devkî bike 11 Nîsanê 2023 hate dîyar kirin.
HDP’ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabû ku bila ev biryara doza girtinê piştî hilbijartinê were dîtin, lê dadgehê ev daxwaza HDP’ê red kir.
Piştî vê biryarê Cîgirê Gruba HDP’ê Saruhan Oluç ev dîrok bi awayekî sîyasî nîrxand û got ku ev yek destwerdana hilbijartinê ye.
Ev her du pêşveçûnên dawî hem jibo sîyaseta Tirkîyê û hem jî jibo dahatûya HDP’ê tê çi wateyê?
HDP, herçiqas rakirina vê blokeya xezînêyê erênî dîyar bike jî, lê jiber doza girtinê 11 Nîsanê jibo xwe xetereyek mezin nîşan dide.
Li ber e Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan sibê wê nexşeya hilbijartinê dîyar bike û wê di rojnama resmî de jî were weşanadin.
Li gor vê nexşeyê di 14 Gulanê 2023’yan de jî dê hilbijartin were çêkirin.
Hiqûqzanên HDPê dîyar dikin ku ev yek bi tevahî wê bandoreke nebaş li ser girtina prosedura HDP’ê vede.
Hevserokê Giştî yê HDP’e Mîthat Sancar ragihandibû ku ev doz bi tevahî tê wateya çavtirsandina HDP’ê.
“Armanca vê dozê ew e ku sîyaseta demokratîk bifetsînin û li dijî me operasyonên sîyasî çêkin. Lê, bila her kes bizane ku me di vî warî de hemû bergirîyên xwe girtine.”
Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirov û Hiqûqê yê HDP’ê Serhat Eren ji Dengê Amerîka re got ku biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn ne hiqûqî, lê bi tevahî sîyasî ne.
“Heke di nav xeta hiqûqî de were sekinandin ne pêkan e ku HDP were girtin. Lê mixabîn li Tirkîyê hiqûq bi tevahî ketîye bin perên sîyaseta desthilatîyê. Desthilatî jî li gor berjewendîyên xwe tevdigere.”
Hiqûqzanên HDP’ê dîyar dikin ku prosedûra parastin û doza girtina HDP’ê piştî vê demê wê wiha bidome:
HDP dê di 11 Nîsanê de parastina xweya devkî bike. Piştî vî Dadgeha Qanûna Bingehî wê belge û dosyayên ku amade kirine ji raportor re bişîne. Raportor jî dawîya lêkolînên xwe yên ser van dosya û belgeyan ji dadgehê re car din paşta vegerîne û Dadgeha Qanûnan Bingehîn jî biryara girtinê an jî negirtinê dîyar bike.
Pisporên sîyasî û gelek hiqûqzan bi tevahî vê doza girtinê wek dozeke hiqûqî nabînin herî zêde sîyasî dîyar dikin.
Serokê Lêkolîna MAK’ê Mehmet Alî Kulat ji Degnê Amerîkayê re ev doza girtina HDP’ê şîrove kir. Kulat dîyar dike ku di vê hilbijartinê de HDP wek partîyeke kilît e, jiber vî jî girtina HDP’ê dê bandora xwe li ser sîyaseta Tirkîyê vede:
“Dengên HDP’ê hem jibo Hevpeymanîya Gel û hem jî jibo Hevpeymanîya Netew girînge. HDP xwe bide kîjan alî pêkan e ew alî qezenc bike.”
Rêvebirên HDP’ê berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew, Kemal Kiliçdaroglu vexwend hevdîtinê û wî jî di hevpeyvînekê de ragihand ku ewê serdana HDP’ê bike.
Pisporên sîyasî dîyar dikin ku heke HDP piştgirîdana xwe jibo Kiliçdaroglu bi awayekî fermî ragihîne ev yek jî jibo berendamê Hevpeymanîya Komarî Recep Tayyîp Erdogan dibe xetere. Jiber v; jî dibe ku Erdogan jibo girtina HDP’ê hewildaneke lezûbez bike.
Erdogan dê sibê nexweşa hilbijartinê ragîhîne û di 14'ê Adarê de jî bi awayekî resmî ev prosedur wê destpê bike.
Cîgirê Gruba HDP’ê Saruhan Oluç 11 Nisanê wek “destwerdana hilbijartinê” ragihand, gelo ev tê çi wateyê?
Pisporên sîyasî vê yekê wiha şîrove dikin û dibêjin divê HDP berî hilbijartinê endamên xwe yê parlementoyê dîyar bike. Heke HDP bi navê xwe beşdar bibe û edamên parlementoyê dîyar bike û paşê jî HDP di vê navberê de were girtin ev yek wê jibo HDP’ê bibe krîzeke mezin û HDP wê nikaribe ti kes bişîne parlamanê.
Lê, rêvebirên HDP’ê radigihînin ku wan li hemberî van dekûdolaban amadekarî kirine û hemî tedbîrên xwe girtine.