Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li navenda xwe ya giştî li Enqerê raporta ku li ser Şengal û Maxmûrê amade kiriye bi daxûyanîyekê pêşkêşî raya giştî kir.
Di rojên borî de hêzên artêşa Tirkîyê êrîş biribû ser deverên Mexmûr û Şingalê li Herêma Kurdistana Îraqê û Dêrikê li bakur û rojhilata Sûrîyê. Li ser van êrîşan jî, HDP’ê ji bo lêkolînkirinê komisyonek şand Şengal û Mexmûrê.
Di nav vê komisyonê de Alîkara Hevserokê Giştî û Berpirsa Karên Derve ya HDP'ê Feleknas Uca, parlemanterê Îzmîrê Murat Çepnî, parlemanterê Stenbolê Hûda Kaya û parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş cî girtibû.
Ev parlemanterên HDP’ê çar rojan li Şengal û Mexmûrê lêkolîn kir û encama lêkolînê li Enqerê bi preskonferanseke pêşkêşî raya gel kir.
Raport ji alîyê parlemanterê HDP’ê Murat Çepnî ve hate xwendin. Çepnî tiştê ku bi dest xistine wiha anî zimên:
“Heyeta me rastî van rasteqînan hat. Tirkiyê dibêje ez dijî DAIŞ’ê têdikoşim. Ev dereweke mezin e. Tirkiyê di her warî de alîkarîya DAIŞ’ê dike. Ya din jî civaka navnetewî li hemberî van êrîşên Tirkiyê bêdeng maye. Bi vekirî dixwazim bibêjim ku cîhan jî baş dizane ku DAIŞ hêza xwe û alîkarîya lojîstîk ji Tirkiyê digire. Di vê serdana me de jî ev cardî bêtir zelal bû.”
Çepnî li ser Şengalê hin statistîk jî dabeş kir. Li gorî van statîstîkan ana li Şengal’ê nêzîkî 200 hezar kes dije û nêzî vî jî li derî Şengalê ye. Çepnî ev yek wiha ragihand:
“Me li Şengalê çi bi destxist dixwazim bi we re parvebikim. Li Şengalê 200 hezar kes dije. Nêzî vê jî kes koçî Austuralya, Amerîka, Kanada û gelek welatên din kirine. Hin ji van jî di kempên ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de pêk hatine û li deverên ku di bin rêveberîya PDK’ê de ne dijîn. Ev bi tevahî 13 kemp in. Li gor pêzanînên gelê Şengalê tê amajekirin ku destûr nayê dayîn ku gel ji kampan derkeve.”
Heyeta HDP’ê dîyar kir ku ji alîyê MÎT’a Tirkiyê ve hin telefon ji kesên Şengalên re tê vekirin û ji wan daxwaza sîxûrîyê tê kirin.
Di raportê de li ser rewşa Mexmûrê jî hate sekinîn. Murat Çepnî pêzanînên ku li Mexmûrê bidest xistine jî wiha anî ziman:
“Piştî Şengalê em çûn Mexmûrê. Tiştî ku me bi dest xist wihaye: Tevahîyên gelê Mexmûrê di sala 1993’an de li ber êrîşên Tirkiyê ji Tirkiye revîne û çûne Mexmûrê. Niha li vê derê 13 hezarî zêdetir kes dijîn. Li vê derê 5 kreş, 4 dibistanê sereke, 1 dibistana lîse û 1 dibistana sendroma down û 1 binkeya tendurîstîyê heye. Di sala 2018’an vir de ev kes destûr nayê dayîn ku ji bo kar biçin deverên Rêveberîya Herêma Kurdistanê. Dîsa li pêşîya wan astengî heye û nikarin biçin nexweşxaneyan jî.”
Li ser van daxûyanîyên HDP’ê Dengê Amerîkayê xwest ligel Wezareta Derve ya Tirkîyê peywendî deyne û helwesta wan bîne, lê bersîv nehat dayîn.