Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnertiya HDP'ê: "Ne PDK û Ne Asayîş Bersiva Sedema Derxistina Me ji Hewlêr Nadin"


HDP Logo
HDP Logo

Piştî ku nûneratiya HDPê li Hewlêrê ragihand ku ew ji Hewlêrê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bo Silêmaniyê "hatine derxistin", dibêjin wan bi rêya pêwendiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê û DEM Partî ji Tirkiyê hewl daye pirsgirêkê çareser bikin, lê heta niha bersivek ji wan re nehatî ye.

Nûnerê HDPê li Herêma Kurdistanê Hikmet Xetîb ji Dengê Amerîka re got: “Me heta niha ti pirsgirêkek nebû û bi dehan hevdîtin ligel berpirsên PDKê kirine, lê roja 4ê meha Mijdarê Asayîşa Giştî ya Hewlêrê bi me re têkilî danî ku serdana wan bikîn, piştî wergirtina hûrgilyan û hin pirsên şexsî du otombîlên leşkerî û du yên din amade kirin û em siwar kirîn, ji me re gotin ku em nikarin tiştekî bibêjin ferman ji serê hatîye em nikarin tiştek bikîn, tevî çend çekdaran du kes ji me li Simaqûk û du yên din jî li Dêgele anîn xwar, û got me ku heta biryarek ji we re neyê hûn nikarin bikevin Hewlêr."

Avahiyê Nûneratîya HDP li Herêma Kurdistanê
Avahiyê Nûneratîya HDP li Herêma Kurdistanê


Herwiha got, “Me bi rêya têkiliyên partiyê sedema wê bizanîn, lê mixabin heta niha me ti bersivek ne girtî ye hewil da ku sedema vê yekê bizanin, lê mixabin ti bersiv negirtine, navenda giştî ya DEM Partî li Tirkiyeyê hewl daye bi wan re danûstandinan bike, lê ti bersiv negirtine û nabêjin sedema dersînor kirina me ji Hewlêr çi ye."

Dengê Amerîka pêwendî bi berdevkê asayîşa giştî ya Hewlêrê û berpirsê têkiliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê kir, lê bersivek nebû.

Niha nûnerên wê Partîyê ku 4 kes in, piştî ji Hewlêr derketin li bajarê Silêmaniyê dimînin.

Ser sedema derxistina nûnerên wê partiya siyasî Hikmet Xetîb got, "HDP li Tirkiyeyê nûnertiya 6 milyon kesî dike. Tirkîye nikare dengê 6 milyon kesî bêdeng bike. Kurdistan ji bo me yek e. Em dixwazin bi fikra azad bijîn. Em li Tirkiyeyê bûne penaber, mixabin ku li Kurdistanê jî hatîn koçber kirin."

Xetîb got, "Eger pirsgirêkek hebe, divê bi diyalogê were çareserkirin, lê mixabin ti helwest û bersivek wan nîne û dibe ku nebe, em daxwaz dikin ku vegerin Hewlêrê, navenda xwe û li wir kar bikin, ev çend sal in li wir dijîn."

XS
SM
MD
LG