Serokê Tirkîye û Serokê Giştî yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Devlet Bahçelî ku şirîkê "Tifaqa Gel" e careke din dîyar dikin ku hilbijartinan giştî û hilbijartinên serokatîyê wê di demê xwe ya asayî, di Hezîran'a 2023’an de werin kirin.
Lê partîyên opozîsyona Tirkîye û bi taybetî jî Partîya Gel a Komarî (CHP) bawer dikin ku desthilat heta sala 2023'an nasekine û ev bawer dikin ku îhtîmalek mezin Tirkîye wê payîza 2021’an biçe ser sindoqan.
Herwiha di demên dawî de berdevkên partîyên opozîsyona Tirkîye jî ser hev banga hilbijartinên pêşwext dikin û dibêjin ku ne aborî ne jî sîyaseta Tirkîye nikare heta 2023’an ser pîyan bisekine.
Li alîyeke din ve jî Komîteya Giştî ya Dadgeha Qanûna Bingehîn dê sibê doza di derbarê girtina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) binirxîne û dadgeh dê sibe biryar bide ku doznameya di derbarê HDP'ê de hatiye qebûl kirin an na.
Gelo çima opozîsyona Tirkîye hilbijartinên pêşwext dixwaze û çima desthilat erênî bersiv nade? Gelo doza di derbarê girtina HDP’ê de bi hilbijartinên pêşwext ve girêdayî ye an na?
Lêkolîner û nivîskar Azad Sagniç jibo daxwaza opozîsyonê ya jibo hilbijartinên pêşwext dibêje ku bi taybetî jiber aborîya Tirkîye dengen AKP’ê û MHP’ê ketine û wî diyar kir ku dibe ku hilbijartinên pêşwext îsal werin kirin.
"Opozîsyona Tirkîye dixwaze ketina dengen desthilatê ji xwe re bike fersend û desthilat jî naxwaze niha hilbijartin pêk were û jiber ku desthilat dizane ku ewê têk biçe. Jiber vê yekê jî dema ku desthilat bibîne ku dengên wê zêde bibe ewê hilbijartinên pêşwext bixwaze."
Lêkolîner Sagniç ser doza di derbarê HDP’ê de jî bawer dike ku sedema sereke ya daxwaza girtina HDP hilbijartin in.
"AKP û MHP dixwaze ku dengên nijadpererestên Tirk bigire û dengên Kurdan jî bêalternatîf bihêle û dengên wan bistîne. Lê bi girtina HDP'ê ne pêkan e ku Kurd dengên xwe bidin AKP’ê û MHP'ê."