Tirkîye êdî kete nav qada hilbijartinê û ew jî yekser di nav partîyên sîyasî yên Tirkîyê de dibe sedama bizaveke taybet.
Hin pisporên sîyasî vê qada hilbijartinê dema dinîrxînin vê yekê wek demeke hesas dinîrxînin û hevdîtina AKP û HDP’ê jî girîng bi nav dikin.
Prof. Dr. Abdullah Kiran bawer dike ku hem desthilata sîyasî û hem jî opozîsyon hewceyî dengê Kurdan e.
Kiran radigîhîne ku hesabê opozîsyonê ew e ku desthilatî bi HDP’ê re têkev nav şer û alozîyan û HDP jî hewcedarî wan bimîne û bi awayekî ker û lal deng bide wan.
Li gor Kiran, desthilatî carna xwe nêzîkî HDP’ê bike jî, sîyaseta nîjadperest pêşî li ber çareserkirina pirsgirêka Kurd digire.
“Di çareserkirina mesela Kurd de îradeya van şeş partîyan tuneye. Ev şeş partî jî di derheqa pirsgirêka Kurdan de cihê difikirin. Di nav wan de partîya nîjadperest jî heye. Ne pêkan e ku ew di çareserîya mesela Kurd de pêk werin.”
AKP hem bi operasyonan û hem jî bi sîyaseta tûnd her çiqas nêzîkî Kurdan bibe jî, li gor Kiran pêkan e ku çareserîya pirsa Kurdî dîsa ji wê partîyê were.
“Hevdîtina AKP û HDPê helbet girîng e û ger partîyên opozîsyonê di dema pêvajoya çareserîyê de piştgirî bidana ev pirsgirêk wê ji mêjve çareser bibûya. Lê li vê derê sîstema serokomarîye Kurdan pir eleqeder nake. Heke sistema xelîfetîyê kêşa Kurdî çareser bike, divê Kurd vê sîstemê biparêzin. Kurd mecbûr în ku di warê çareserkirina pirsa xwe de pragmatîst bin.”
Kiran bi bîr tine ku nêzîkî sed sal in ku sistema parlamanterîzmê li Tirkîyê li ser kar bû û pirsa Kurd her roj bê çareserî hat hiştin.
Ew li ser sîstema Tirkîyê rexneke tund tine HDP’ê ku hêzq xwe jibo berjewendîyên Kurdan bi kar nayîne.
“Tevî ku gewda HDP hemî Kurd e, ew bi mêjî ve ji Kurdan dur e. % 99 deng ji Kurdan digire, lê armanc ne rizgarkirina Kurdan e. Temaşe bikin MHP partîyeke pragmatist e û kî desthilat be dibe şîrikê wê. Lê, HDP’ê di vî warî de ti gav neavêtîye. Dema firsendek derket pêşîya HDP’ê, çû ew derfet bi destê xwe red kir.”