Berdevka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebru Gunay îro li Navenda Giştî ya HDP’ê ragihand ku ewê heta kongreyê di her warî de xwe rexne bikin û dest bi pêvajoyeke nû bikin.
“Emê ji îro û pê ve heta 25 Tîrmehê li 8 herêmî bi gelê xwe re dest bi civînan bikin. Partîya me bi awayekî zelal û bi wêrekîyeke mezin wê nîrxandin û rexneyên gel bigire û li hemberî gel jî xwerexne bike. Jibo ku em bi gelê xwe û têgihîştina gelê xwe bawer dikin.”
Piştî hilbijartinên 14 Gulanê, di nava HDPê de gotûbêj destpê kirine û rêvebirîya HDP jî dixwaze ku heta kongreyê di her warî de bi awayekî nû xwe saz bike.
Gunay, di civînê de ragihand ku Tirkîyê di nav van salên dawî de di bin krîzên aborî, hiqûqî û civakî de tê rêvebirin.
Li gor Gunay HDP’ê hewil daye ku van kêşeyan çareser bike, lê HDP jî di vî warî de serkeftinek dîtbar bi dest nexistîye.
Gunay vê yekê jî wek kêmahîya partîya xwe û opozîsyonê dibîne.
“Mixabîn di jî warî de me serketinê ku daxwaz dikir bi dest nexist û ev yek jî xemgînîya me ya herî mezin e. Emê jibo guhertina vê rewşa xirab, jibo tunekirina vê alozîyê xebatên xwe bidomînin. Emê di vî warî de ti gilî nekin. Barê ku bikeve ser milê me emê bînin cî. Hêz jî em in, çareserî jî em in.”
HDP’ê, piştî hilbijartinê ragihandibû ku ewê di her warî de bingeheke gotûbêjan û sêwirînê bidin destpê kirin loma HDP’ê rêzecivînên Meclîsa Partîyê, Meclîsa Jinê, Hevserokên Bajaran, Desteya Rêvebirinê ya Navendî û Desteya Rêvebirinê ya Herêmî damezirandin.
HDP wê heta dawîya vê mehê li 8 herêman bi gel re bicive û ew ji nûnerên rêxistinên demokratîk, sîvîl û rêberên civakî re vekirî bin.
HDP, wê di navbera 20 Tîrmehê û 5’ê Gelawêjê de semînerên perwerdeyê û workşopên perwerdeyê pêk bîne û encamên wan bike nexşerêya xwe û bingeha stratejîya wê ya nû.
Li pêşîya HDP’ê herwiha konferans û kongre jî hene û Gunay dibêje ku ewê nêrînên ku wan civînan bigirin, bi hûrgilî binîrxînin.
“Kongreya me wê di destpêka meha Îlonê de were çêkirin. Agahîyên ku me di nav gel de kom kiinr jî wê bibe stratejîya me ya kongreyê. Emê wek Çivîka Anka xwe ji xwelîyên xwe jinûve biafrînin.