Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: Rewşa Hiqûqî ya Demîrtaş Nehêla ku Em Ser Berbijarîya Wî Bisekinin


Berdevka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebru Gunay ser rexneyên hevserokê berê yê partîyê Selahattîn Demîrtaş axifî.

Gunay dîyar kir ku rewşa hiqûqî ya Demîrtaş rê nedaye ku ew ser berbijarîya wî ya jibo serokomarîyê bisekinin.

‘’Komên me yên ser wê mijarê dixebitîn berbijarîya wî ya jibo serokomarîyê jiber rewşa wî ya hiqûqî nenirxandin.’’

Wê got ku di danûstandinan de Demîrtaş xwestiyeke ku sîyasetvaneke jin bibe berbijar.

Bi berdewamî, Gunay dîyar kir wan dest bi nirxandina encaman kiriye û ewê ji hemî alîyan ve ser rewşa partîyê bisekinin.

Gunay got ku ewê bi danûstandin û nîqaşan ber bi kongreyê ve herin û bang li endamên partîyê kir ku tevlî peyvajoya nû bibin.

Selahattîn Demîrtaş, ku ji sala 2016’an vir ve di girtîgehê de ye, li malpera Arti Gerçekê di nivîsekê de HDP jiber sîyaseta wê rexne kiribû.

Demîrtaş di hevpeyvînekê de jî ku îro Pêncşemê hat weşandin, dîyar kir ku wî xwestiye bibe berbijarê serokomarîyê, lê HDP’ê bê ku sedemekê nîşan bide ew daxwaz red kiriye.

Jêder: HDP

XS
SM
MD
LG